Çalakiya ‘Em hemû asayîş in’ didome’

Çalakiya xelkê me ya bi armanca destekdayîna Asayişa Êzidxanê daye destpêkirîn, di roja xwe ya 58'an de bi biryardariyek mezin didome

Welatiyên me di çerçoveya li dijî peymana Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê de, bi armanca piştgirîdayîna Asayişa Êzidxanê, li pêşiya Navenda Asayişa Şengalê kon vedane.

Çalaki bi dirûşma “Em hemû asayiş in” hatiye destpêkirin rojane bi serdanen xelkê me didome. Xelkê me diyardikin ku heya daxwazên wan pêkneyên, ewê dev ji berxwedana xwe bernedin.

Xelkê me kom bi kom serdana konê berxwedanê dikin û piştgiriya xwe ya ji bo çalakiyê tînin ziman.

Ciwanê bi navê Elî Xeyrî ku tevlî çalakiyê bûbû got ku hikûmeta Iraqê bi vê lawazbûna xwe dixwaze wan bê îrade bike, lê heta dawiyê li dijî siyaseta qirkirinê ya ku bi destê dewleta Tirk ku li Iraqê tê meşandin li ber xwe bidin.

Endama Meclîsa Jinan a komelga Zorava Norê Hecî jî bal kişand ser çalakiya destekdayîna konê rûmetê ya Êzidxanê û wiha axivî: “Heta ji aliyê hikûmeta Iraqê ve ji bo îrada me bersivek neyê dayîn em ê bi zarokê xwe li ber xwe bidin. Ger ku hinek serweriya Iraqê li heremê de hebûya, dewleta Tirk wisa bi rehet her carê nedikarî gefan li Şengalê bike. Ji ber dewleta Iraqê gelek lawaz e. Girêdayî siyaseta derve ya ku li ser gelan qirkirinê dikin, dimeşê. Ji bo wê çi hêviyek a me ji vê dewletê nîne. Heviya me hêza me û îrada me ye.”

Show More
Back to top button