Jinên Ereb 3 jinên şoreşger bi bîr anîn

Jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, li Şengalê ji aliyê jinên Ereb ve hatin bi bîr anîn. Jinan diyarkirin ku jinên şoreşger Kurd bûn, lê ji bo tevahiya jinan têkoşiyan.

Yek ji damezirînera Partiya Karkerên Kurdistan PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û Endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez (Ronahî) di 9’ê Çileya 2013’an de li navenda Parîsê hatin qetilkirin. Li seranserê Kurdistan  û cîhanê jinên şoreşger bi çalakiyên cûda têne bibîr anîn.

Jinên şoreşger li Şengalê ji aliyê jinên Ereb ve hatin bi bîr anîn. Jinên ji gundê Hesawîkê ya derdora Şengalê li hev kombûn û jinên şoreşger bibîr anîn. Di merasîma bîranînê de ku gelek zilam jî amade bûn, destpêkê li ser jiyan û têkoşîna jinên şoreşger sînevîzyonek hate nîşandan.

Piştî sînevîzyonê jina bi navê Zehra Ehmed axivî û da diyarkirin ku ew wek jinên Ereb vê komkujiyê şermezar dikin.

Zehra got ku jinên şoreşger Kurd bûn, lê êriş hemberî hemû jinan hatiye kirin û divê ji bo dawî anîna zilma li ser jinan, hemû jinên cîhanê bibin yek. Zehra diyarkir ku ewê heya dawî li ser xeta jinên şoreşger û şehîdan bimeşin.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button