PDK û hikûmeta Kazimî merasîma Koçoyê veguherandin şova leşkerî û siyasî

Artêşa Iraqê û hêzên PDK’ê yên bûn sedema komkujiya mezin a Koçoya Şengalê, duh wekî ku tiştek nebûye, merasîma spartina axê ya 41 cenazeyên din ên fermanê veguherandin şova leşkerî. Paradoks ewbû ku li aliyekî hikûmeta Kazimî 41 cenazeyên Êzîdiyan bi ala Iraqê pêçabûn, li aliyê din çavê xwe ji artêşa Tirk re digire pêşengên Êzîdiyan bi awayeke namerdane qetil bikin!

Di sala 2014’an de ji ber hêzên Iraqê û PDK Şengalê ne parastin bi hezaran Êzidî li Şengalê hatin qetilkirin û di komkujiyên mezin re hatin derbaskirin. Koço jî yek ji wan gundên Şengalê bû ku di komkujiyê re derbas bû. Koço ji navenda Şengalê dûre dikeve navbera Şengal û Baacê. Dema hatin qetilkirin, ne hêzên Iraqê ne jî hêzên PDK’ê bi hawara wan ve neçûbûn. Lê piştî Şengal ji aliyê HPG-YJA-Star, YBŞ û YJŞ’ê ve ji aliyê DAIŞ’ê hate rizgarkirin, Koço bû yek ji cihê ku herî zêde hikûmeta Iraqê, PDK  li ser rant dikin!

Piştî Şengal ji aliyê şervanên Êzidî û Şengalê ve hate rizgarkirin gorên komî hatin vekirin û ji teşhîskirina nasnameyên qurbaniyan cenaze ji bo Tiba Edlî ya Iraqê hatin şandin. Qurbaniyên ku nasnameyên wan zelal dibin, ji bo Şengalê tên şandin û li Koçoyê dispêrin axê. Lê balkêşe hikûmeta Iraqê û PDK li şûna ku rêz li qurbaniyên Êzîdiyan bigirin û îradeya wan nas bikin, bi keysbazî nêzî merasîman dibin û jixwere dikin qadeke şova siyasî û leşkerî! Duh jî li Koçoyê yên Koçoyê rizgarkirin û herêmê parastin li derveyî merasîmê man, yên bûn sedema komkujiyan li qadê şoveke mezinkirin!

Duh li Koço çi bû?

Duh 41 qurbaniyên fermana 2014’an ji Tiba Edlî ya Bexdayê ji bo Şengalê hatin şandin. Em jî weke tîma rojnamevanan ji bo merasîmê bişopînin, di saet 08.20’an de ji navenda Şengalê derketin û ketin ser rêya Koçoyê.

Herêm bi temamî hatibû milîtarîze kirin

Di rêde tişta bala mirov dikişand ew bû ku Hikûmeta Iraqê ya dibin serokatiya Kazimî de hêzên çekdarî li her derê bicîhkiribû. Piştî nuqteya kontrolê ya navenda Şengalê heya Koçoyê serê her metreyekî hêzên çekdarî hatibûn bicîh kirin. Li nêzî Koçoyê jî hêjmareke mezin a leşkerî amadebûn. Ev hêzên çekdarî cenaze ji wir teslîm girtin. Li herêmê hêzên Heşdî Şebî jî hatibûn bicîhkirin. Li cihê merasîmê jî hêzên Heşdî Şebî û artêşa Iraqê yên bêçek jî hebûn.

Di ketina qada merasîmê de herkes dihate kontrolkirin. Qelabalixeke zêde ya xelk û malbatên qurbaniyên fermanê jî hebûn. Gel heya saet 10.30’an jî herikîn cihê merasîmê.

PDK û artêşa Iraqê qada merasîmê vegerandin şovekî

Piştî cenaze hatin, destûr nedan heta malbatên qurbaniyan jî biçin ser cenazeyên xwe, yek bi yek rakirin û anîn heya goristanê. Cenazeyên ku li goristanê hatin danîn, Êzidî hinek rêûresmên xwe yên olî li ber def û bilûrê bicîhanîn. Piştî rêûresmên olî artêşa Iraqê û Heşdî Şebî yek bi yek cenaze rakirin û bi cenazeyan şoveke leşkerî kirin! Piştî wê cenaze li ciheke din danîn û axaftin hatin kirin. Hêzên leşkerî û saziyên medenî yên axivîn tenê bangeşeya xwe kirin. Lê balkêşe hinek kesên cilê artêşa Iraqê li xwekiribûn ne ji artêşêbûn, hate zanîn ku çekdarên PDK’ê bûn. Li wir bangeşeya peymana 9’ê Cotmehê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de ya li dijî destkeftiyên Êzîdiyan dihate kirin. Di axaftinan de behsa hewldanên malbata Barzanî ya ji bo Êzîdiyan hat kirin, lê tê zanîn yê Koço bi tenê hişt her ew bûn. Gel ji vê propangandaya PDK’ê hêrsbûn û hinek jî ji qada merasîmê derketin.

Cîgirê Serokwezîrê Iraqê û rayedarên hikûmeta dibin desthilata PDK’ê de jî amadebûn. Ew jî axaftina xwe kirin. Bavê Şêx jî hatibû merasîmê, lê sar hate pêşwazî kirin. Ancax piştî Bavê Şêx cîgirê serokê PDK’ê dem hat germ pêşwazîkirin. Ev jî dida nîşan ku her tişt baş û li gorî berjewendiyên xwe plankiribûn. Piştî bangeşe û şova dû dirêj cenaze teslîmê malbatan hatin kirin. Malbat jî qurbaniyên xwe spartin axê.

Hem qetilkirin, hem veşartin…

Balkêşe yên me Êzîdiyan qetilkirin, duh me bi destê xwe veşartin! Dixwazin bi vî awayî ji civaka Êzidî re bêjin, em li pişt wene. Lê ya li wirbû nedişibî merasîmê, dişibî şova hêz û qada propagandaya siyasî.

Destûr nedan ekîba Çira TV bi serbestî merasîmê bişopîne

Destûr nedan televîzyona me ya Êzîdiyan Çira TV merasîmê bi serbestî bişopîne. Me xwest nêrîn ji kesayetên Êzidî û xelk bigirin, asteng kirin.  Rê nedidan ragihandina me merasîmê bişopîne. Çend caran jî em di dema kar de rastî destwerdanê hatin. Lê tevî hemû astengiyan jî me karî bi lawazî jî be hinek xebat li wir bimeşînin.

Malbatên zarok û xizmên wan hîn jî ne diyarin, li bendêne ku hikûmet lez bide xebatên Tiba Edlî derxistina cenazeyan ji gorên komî. Lê ev jî pir bi giranî birêve diçe, malbat jî çavê wan li rêye.

ROJNEWS-ŞENGAL-SADUN QÎRANÎ

Show More
Back to top button