DAIŞ têk çû, Tirkiye bixwe ket dewreyê 

Çeteyên DAIŞ’ê di êrişa 3’yê Tebaxa 2014’an de de li Şengalê bi serneketin û li hemberî berxwedana Êzidiyan têk çûn, lê deweleta Tirk a dagirker ku bi destekdayîna DAIŞ’ê tê zanîn, êdî bixwe ketiye dewreyê û ev 4 sal in êrişî Şengalê dike, dixwaze fermanê temam bike.

Dewleta Tirk a dagirker di 16 û 17’yê Tebaxê de 5 caran bi balefirên şer êrişî ser navenda Şengalê kir. Di êrişa destpêkê de Fermandarê YBŞ’ê Seîd Hesen û birazîyê wî Îsa Xwedêda ku ew jî şervanê YBŞ’ê ye, şehîd bûn û 3 sîvîlên bi navê Medya Qasim Simo, Şamir Abbas Berces, Mîrza Alî jî birîndar bûn. Di êrişa 17’ê Tebaxê de jî balefirên dewleta Tirk sê caran ser hev nexweşxaneya gundê Sikêniyê ya Şengalê bombebaran kirin. Di vê êrişê de 8 kes şehîd bûn û çar kes jî birîndar bûn.

Êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengalê

Di nava çar salên borî de ev heftemîn êrişa asîmaniye dewleta Tirk li ser Şengalê pêktîne. Di van êrişan de bi dehan şervanên YBŞ’ê û welatiyên sivîl ên Şengalê şehîd û birîndar bûne.

Yekem êrişa asîmanî ya dewleta Tirk a ser Şengalê di Nîsana 2017’an de li ser Çiyayê Şengalê pêkhat. Di encama vê êrişê de şervanekî YBŞ’ê şehîd bû.

Di 15’ê Tebaxa 2018’an de carek din balefirên şer ên Tirk êrişê ser Şengalê kirin. Di encama vê êrişê de Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Zekî Şengalî şehîd bû.

Di 15’ê Çileya 2019’an de deweleta Tirk a dagirker bi balefira bê mirov (SÎHA) li gundê Dîgurê ya girêdayî nahiya Sinunê eriş kir. Di vê êrişê de Fermandarê YBŞ’ê Zerdeşt Şengalî, şervanên YBŞ’ê Hemîd Şengalî, Şervan Cîlo û Êzdîn Şengalî şehîd bûn. Her wiha şervanek jî birîndar bû.

Ji Nîsana 2019’an ve jî dewleta Tirk çar caran Şengal û derdora wê bombebaran kiriye, di encama van erişan de sê welatiyên sivîl şehîd bûne û 7 şervanên YBŞ’ê jî birîndar bûne.

Dewleta Tirk ji kuderê êrişê Şengalê dike?

Balefirên bê mirov ên dewleta Tirk ji baregeha leşkerên Tirk a li Başîqayê radibin. Ev baregeh di sala 2015’an de bi behaneya şerê li dijî DAIŞ’ê hat avakirin. 12 kîlometran dikeve li bakurê rojhilatê Musilê. Nêzî 3 hezar leşkerên Tirk tevî çekên giran têde dimînin.

Piştî rizgarkirina Şengalê ji DAIŞ’ê, ji sala 2015’an ve dewleta Tirk a dagirker bi behaneya hebûna gerîlayên HPG’ê êrişên li ser Şengalê daye destpêkirin. Di Sibata 2017’an de Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî serdana Enqereyê kir û li gel Erdogan civiya. 20 roj piştî vê serdana Barzanî çekdarên bi navê hêza Roj ku girêdayî PDK’ê ne, êrişê ser navçeya Xanesor a Şengalê kirin. Di encama vê êrişê de 8 kes ku di nava wan de şervan, endamên asayîşê, rojnamevan û welatiyên sivîl hebûn, şehîd ketin.

Pilanên dewleta Tirk ên ji bo Şengalê

Her çiqas di sala 2018’an de Partiya Karkerên Kurdistanê bi fermî hêzên xwe ji Şengalê vekişand, lê dewleta Tirk bi behaneyên cûda ku dibêje PKK dixwaze xwe li Şengalê bi cih bike, gelek rêyan ji bo êrişên ser civaka Êzidî di ceribîne.

Di Hezîrana 2020’an de şandek ji MÎT’a Tirk serdana Bexdayê kirin û li gel Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî civiyan. Çar meh piştî vê civînê jî PDK’ê û Bexdayê li ser Şengalê lihevkirinek îmze kirin. Li gorî vê lihevkirinê divê hêzên xwecihî yên Şengalê ji Şengalê werin derxistin, PDK vegere Şengalê û hêzên Iraqê li nava Şengalê werin bi cih kirin.

Ev lihevkirin rastî nerazîbûnek mezin a civaka Êzidî hat û wek şikandina îradeya hêza Şengaliyan û dubarebûna fermanek nû hat pênasekirin.

Zêdetirî 10 meh di ser vê lihevkirinê re derbas dibin, ji ber berxwedanî û nerazîbûna civaka Êzidî nekarîne vê lihevkirinê di pratîkê de pêkbînin. Di heftemîn salvegera fermana ser Şengalê de Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî carek din gef li Şengalê xwar û got, “Şengal bi destê hin hêz û çekdaran ku ti peywendiya wan bi berjewendiyên Şengal û Êzidiyan ve nine … wê ev rewşa ne asayî û ne yasayî ya li Şengalê heta dawiyê wisan nemîne.”

Her wiha Sefîrê Tirk ê li Bexdayê Elî Riza Guney jî bi rêya çapemeniya PDK’ê gefa êrişa ser Şengalê xwar û got, “Pêwîste hemû hêzên li Şengalê jî derkevin, ji bo Iraqê planên me yên stratejîk hene.”

Tişta balkêş ewe ku heta niha hikûmeta Iraqê û civaka navnetewî li beramberî van êrişên ser Şengalê bêdengî hilbijartine. Civaka Êzidî û saziyên Êzidî jî van êrişan wek pilana fermanek nû penase dikin. Her wiha dibêjin, hêzên herêmî û navnetewî jî di nava vê pilanê de cih digrin ku dewleta Tirk ev pilan daniye û dixwaze fermana ku DAIŞ’ê nekarî pêkbîne, ew bi xwe temam bike.

ROJNEWS-BERHEM LATÎF

Show More
Back to top button