Cenazeyên 41 qurbaniyên din ên fermanê li Şengalê tên definkirin 

Hikûmeta Iraqê cenazeyê 41 qurbaniyên komkujiya Koço ya fermana 2014’an piştî teşhîsên Tiba Edlî îro anîn Şengalê û di van kêliyan de merasîma spartina axê berdewam dike.

Di fermana 2014’an de ji ber ne parastina Hêzên Iraqê û PDK’ê, yek ji gundê ku rastî komkujiyên mezin yên DAIŞ’ê hat Koçobû.

Piştî Şengal ji aliyê hêzên gerîla, YBŞ û YJŞ’ê ve hate rizgarkirin û rewş arambû hêzên Iraqê û saziyên medenî yên navnetewî dest bi vekirina gorên komî yên li Şengalê kirin.

Cenazeyên ku li Tiba Edlî ya Iraqê tên teşhîskirin û nasnameyên wan tên zelal kirin, dûbare li Şengalê tên vegerandin û di goristana Koçoyê de dispêrin axê.

Li gorî agahiyên ku peyamnêrê me daye merasîma 41 qurbaiyan ji aliyê serok eşîrê Koçoyê ve hatiye rêxistinkirin. Li gel Bavê Şêx yê Êzîdiyan gelek endamên Meclîsa Rûnahî ya Êzîdiyan, rayêdarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê, berpirsên Heşdî Şebî û artêşa Iraqê jî di merasîmê de amadene.

Hate gotin, ji wan 41 qurbaniyan 3 ji wan ji herêmên cûda yên Şengalê ne.

Merasîma spartina axê ya di saet 11.00’an de destpê kir, heya van kêliyan jî dewam dike.

Balkêşe komkujiya Koço ji ber hêzên Iraqê û çekdarên PDK’ê bi hawara wan ve neçûn û herêmê neparastin pêkhat. Lê niha herî zêde hikûmeta Iraqê û PDK di van merasîmên cenazeyan de amade dibin û bi alên Iraqê ku wan neparastin hatine pêçan!

Her wiha xaleke din a balkêş jî ewe ku cenaze rojek beriya cejna Êzî ji bo Şengalê hatin şandin.

ROJNEWS-AJANS

Show More
Back to top button