Belgefîlma Nûjiyan ji bo nîşandanê amade ye

Belgefîlma Nûjiyan ku li ser şehîd Nûjiyan Erhan hatiye amadekirin, yekem car dê di 28’ê Gulana 2022`an de li navçeya Xanesor a Şengalê cihê ku Nûjiyan Erhan lê birîndar bûye, bê nîşandan.

Belgefîlma Nûjiyan ji aliyê Derhêner Jinda Asmen, Pevxistin Zinarîn Zinar û Jinda Asmen, lîstokvan Ferîde Zade ve hatiye amadekirin. Belgefîlm li ser têkoşer û rojnamevan Nûjiyan Erhan hatiye çêkirin. Nûjiyan Erhan di 3’yê Adara 2017’an de li Xanesora Şengalê di encama êrişên “Pêşmergeyên Roj” de di kêliyên şopandina êrişê de giran birîndar dibe û di heman salê 22’yê Adarê de li bajarê Hesek yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê şehîd dibe.

Belgefîlma jî bi çavên Nûjiyan êş, zehmetî, xweşî û şerê ku gelê Êzîdî rastî wan hatine tîne ziman. Her wiha Ev Belgefîlîm jinên şoreşger temsîl dike.

Ji ber ku Nûjiyan Erhan li Xanesora Şengalê birîndar dibe û piştre ji ber birînên xwe yên giran şehîd dibe, belgefîlm dê yekem car 28’ê Gulanê di demjimêr 16:00`an de li bajarokê Xanesor ê Şengalê bê nîşandan. Her wiha dê 29’ê Gulanê di demjimêr 16:00`an de li navenda Şengalê bê nîşandan.

Piştî Şengalê, dê li tevahiya bajarên Rojavayê Kurdistanê bê nîşandan. Li Hesekê dê belgefîlm 17’ê Hezîranê di demjimêr 17:00`an de bê nîşandan.

Çavkanî: NûJînha

 

Show More
Back to top button