Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan li Şengalê çalakiya konvedanê destpê kir  

Bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxweza derxistina PKK’ê ji ‘lîsteyê terorê’ de jinên Şengalê dest bi çalakiya konvedanê kirin.

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî  (TAJÊ) û Yekîtiya Jinên Ciwan yên Êzidxanê bi daxweza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û derxistina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) ji ‘lîsteyê terorê’ îro li Bexçeyê Serokatî ya li geIiyê Kersê çalakiya konvedanê dan destpêkirin.

Bi dehan jinên Êzidî,  jinên ciwan û Endamên Meclîsa Gel ya gundê Guhbel û Zoravayê  beşadarbûna. Kon bi wêneyên Rêber Ocalan û pankartên ku dirûşmeya, ‘Emê Tecrîdê Bidawî Bikin, Faşîzim Hilweşînin Bi Rêber Apo Re Azad Bijîn’ hatibû xemilandin. Her wiha pirtûkên Rêber Ocalan bi zimanê kurdî û erebî hatibû nîşandan.

Çalakî bi deqeyekî rêzgirtina ji şehîden şoreşê re destpê kir. Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Sebîha Sebrî qala armanca vê çalakiyê kir û got; “Em weke civaka Êzidî û jinên Şengalê bi wesîleyê vê çalakiyê dixwezin dengê xwe û daxweza xwe bighînin her derî. Insanên ku me ji fermanê rizgar kirin û hêştin em bibin îrade û xwedî li xwe derkevin, Partiya Karkerên Kurdistanê ye ku bi fikra Rêber Apo ve têkoşîn dikin.”

Li ser daxweza derxistina Partiya Karkarên Kurdistan ji lîseteyê terorê Sebîha Sebrî wiha axivî; “Şagirtin Rêber Apo bi berxwedaniya xwe DAIŞ şikandin. Ji bo xilaskirina her civakekî ku ru bi ruyê qirkirinê ye bi hewara wan ve diçe. Mînaka herî mezin jî îro Şengale. em deyndarên Rêber Apo ne û PKK’ê ne. Ji rêxistinekî wiha re çawa peyva teror tê bikar anîn. Weke civaka Êzidî emê her dem li ser piyabin. Ji ber ku azadiya Rêber Apo azadiya hemû civakên bindeste.”

Piştî axaftin sinevizyona li ser azadiya Rêber Ocalan ya fîzîkî hat temaşekirin.

Her wiha Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÎ) Gulê Zorava  yê ku ji gundê Zoravayê ye û di nobeta îro de cihê xwe digre axivî û got; “Ez ji Zorava yê hatime di vê çalakiyê de cihê xwe digrim. Em daxweza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dikin. Em ne Êzidiyên berê ne hêza me heye. Ev hemû bi fikra Rêber Apo hatiya ava kirin. PKK’ê ne rêxistinekî  terore. Bi hewara her kesî ve diçe. Em vê titşê qebûlnakin û daxwez dikin ku ji lîsteyê terorê de bê derxistin”.

Çalakiya konvedanê wê 7 rojan berdewam bike. Her roj wê ji 2 gundan nobet bê guhartin.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button