Welatiyên Şengalê : Em azadiya xwe di azadiya Rêber Apo de dibînin 

Çalakiya jinên Şengalê ku bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxwaza derxistina PKK’ê ji ‘lîsteyê terorê’ de dûh li Baxçeyê Serok APO ê li Geliyê Kersê ê Şengalê despêkiribû,di  roja dwemîn de  bi seredana gel û endamên sazî û rêxistinên civaka Êzidî dewam dike.

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî  (TAJÊ) û Yekîtiya Jinên Ciwan yên Êzidxanê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û derxistina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) ji ‘lîsteyê terorê’  dûh  li Bexçeyê Serok Apo li geIiyê Kersê çalakiya konvedanê dan destpêkirin.

Bi dehan jinên Êzidî,  jinên ciwan û  endamên sazî rêxistinê civaka Êzidî ê   ji Komalgeha Borik û Duhla  seredana kon kirin . Kon bi wêneyên Rêber Ocalan û pankartên ku dirûşmeya, ‘Emê tecrîdê bi dawî bikin, faşîzim hilweşînin bi Rêber Apo re azad bijîn’ hatibû xemilandin. Her wiha pirtûkên Rêber Ocalan bi zimanê Kurdî û Erebî hatibûn nîşandan.

Çalakî bi deqeyekî rêzgirtina ji şehîden şoreşê re destpê kir. Piştre  li ser jiyan û tekoşîna Rêber Ocalan  sinevizyon hate pêşandan.

Herwiha  Endama Kordinasyona Tevgera  Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Rîham Hiço axivî û got: “ Ev demek dirêje ji bo azadiya Rêber Apo li seranaserî cîhanê çalakiyan despêkiriye. Em wek civaka Êzidî me jî berdewam cihê xwe di van çalakiyan de girtiye. Ev konê ku me vedaye, bi heman armancê ye. Ji bo  me azadiya Rêber Apo giringe. Dibe ku  bê gotin  sedemên vî konî ji bo çine. Em  didin diyakirin ku emê heya dawî li serokê xwe xwedî derkevin.

Di dewama axaftina xwe de Hiço Balkişande ser xwedî derketina PKK’ê li Civaka Êzidî û got : “Em  bi saya fikir û felsefeyên Rêber Apo piştî fermana 3’ê Tebaxê li vir hene.  Divê gelê  me bizane eger şagirtên serokatî gerîlaiyên azadiyê bi hawara me ve nehatibana, dibe ku em nehe di rewşekî cûdatir de bana. Lê bi saya vî fikrî em ber bi azadiyê ve diçin.”

Piştî axaftinê li ber konê çalakiyê dest bi gerandina govendê hate kirin.

Her wiha welatiyên beşdarî çalakiya kon kirine li ser azadiya Rêber Ocalan nêrînên xwe anîn ziman û dan diyarkirin ku ew wek Êzidî azadiya xwe bi azadiya Rêber Ocalan re dibînin.

Welatyê bi navê Qasim Xelef ê ji Komalgeha Borik balkişande ser tecrîda li ser Rêber Apo û got : “Ne tenê dewleta Tirk belku gelek welatên deshilatdar û yên ku xwe wek parasvanên mafê miorvan dibînin, ji bo ev fikir li cîhanê belav nebe û dawiyê li desthildariya wan neyê, li ser Rêber Apo tecrîd dane despêkirin. Wek civaka Êzidî em hebûna PKK’ê û vî fikrî ji xwere gelek giring dibînin. Ji ber di dîrokê de me gelek zehmetî kişandine. Tu kes li me xwedî derneketiye, ji  bilî PKK’ê û fikrê serokatî. Piştî fikrê serokatî di nava me de belav bû li tevhiya cîhanê giraniyeke me çêbû û dinava me de jî rêxistin bûn di her milî de pêşket. Eger em li ser xwe rêxistin kirina bi fikr û ramanên serokatî berdewam bin wê tu kes nikaribe îrada me bişkêne û emê xweser bin. Em mana serokatî di Îmriyê de şermezar dikin ji ber ku yê dikare çareseriyê li ser cîhanê peyda bike rêber Apo ye.”

Welatiyê bi navê Hesen Elî jî behsa giringiya çalakiyên ji bo azadiya Rêber Ocalan kir û wiha axivî “Îro ev kon li vir hatiye vedan. Ji bo em piştgiriya xwe a bi serokatî û çalakiyên ji bo azadiya serkoatî re didin diyakirin. Em bi vê çalakiyê didin diyakirin ku em azadiya serokê xwe dixwazin.”

Elî di dawiya axaftina xwede got: “Hebûna navê terorê li ser PKK’ê ne raste. eger bi xwedî derketina li mirovahiyê bûna terorist bila em jî terorist bin. Lê ew kesên ku ji ber PKK’ê nikarin desthildariya xwe li ser cîhanê ferz bikin, wan ev nav li ser PKK’ê daniye.”

ROJNEWS-ÎBRAHÎM ÊZDÎN

Show More
Back to top button