Elî Urek: Dixwazin plana ji bo qirkirina Êzidiyan temam bikin 

Hevserokê Dîwana Meclîsa Gel ya Wargeha Mexmûrê Elî Urek; “Dewleta Tirk, Iraq û PDK di van êrîşên li ser Şengalê de dixwazin plana xwe ya qirkirina Êzidiyan bi encam bikin. Ne gelê Şengalê û ne jî gelê Mexmûrê ji êrîş û planên xwefiroşan natirsin.”

Hevserokê Dîwana Meclîsa Gel a Wargeha Penaberan ya Şehîd Rustem Cûd (Mexmûr) Elî Urek, ji ajansa me re êrîşên dewleta Tirk yên li ser gelê Şengalê nirxand. Elî da zanîn ku sûk û  nexweşxaneya Şengalê kirina hedef, sûcê şere û hatina Kazimî jî ne tesadûfiye.

‘Armanc qirkirine’

Elî Urek di destpêka axaftina xwe de ev tişt gotin; “Di serî de em li ser navê gelê wargehê, êrîşa dewleta Tirk ya ser gelê Şengalê, bi tûndî şermezar dikin, sersaxî ji malbat û rêhevalên şehîdên Şengalê re dixwazin û em dibêjin êşa gelê Şengalê, êşa me ye. Bê guman ev êrîşên ku li ser gelê me yê Êzîdî tên kirin, plankirîne. Ev plan ji aliyê dewleta Tirk, Iraq û mixabin PDK’ê ve hatine çêkirin. Gerîlayên azadiya Kurdistanê gelê Şengalê ji fermana 2014’an parast. Lê mixabin hindek aliyên Kurd, wek PDK dixwaze fermanan li ser gelê Şengal û bi teybet tevahî gelê Kurd bidin pêkanîn. Di fermana 2014’an de xwestin gelê Êzîdî ji dîrokê bidin windakirin, lê belê bi saya gerîlayên HPG û YJA-STAR’ê ve Şengal û rûmeta Êzîdîyan hat parastin. Niha jî dewleta Tirk, Iraq û PDK bi van êrîşên nemerdane dixwazin plana xwe ya qirkirina Êzîdiyan bi encam bikin.”

‘Dewleta Tirk li pêş çavê cîhanê sûcê şer dike’

Urek di dewama axaftina xwe de da zanîn ku gelê Şengalê xwe bi felsefeya Rêber Apo rêxistin kiriye û hêza xwe ya leşkerî ku bi navê YBŞ û YJŞ daye avakirin û wiha pêde çû; “Di roja ku Komploya Navnetewî ya 1998’an ku li dijî Rêbertiya me hatî pêkanîn, peyman li ser Şengalê hate mohr kirin. Ev tê wê wateyê gelê ku xwe bi fikir û felsefeya Rêber Apo rêxsitin dike, hertim di armanca dijmin de ye. Di 1’ê Nîsanê de xwestin vê îradeya gelê Êzîdî dîl bigrin û plana xwe pêkbînin. Lê hemû cîhanê ew berxwedanî û îradeya gelê Êzidî dît û dagirkerên xwînmij neçarman bi demkî jî be xwe pajde bikişînin. Ji bo wê îro êrîşî Şengalê dikin. Armanca êrîşên wan jî ewe ku pêşengên gelê Êzîdî şehîd bixin, hêzên leşkerî yên Şengalê lewazbikin û piştre jî êrîşî gelê medenî bikin. Bi vî şêwazî derdewam bike, wê rewşa Efganistan û Iraqê heman tişt be. Di roja ku Kazimî biçe gundê Koço yê ku komkojiya herî dijwar lê hatî kirin de, êrîşa dewleta Tirk pêktê. Li sûk û nexweşxaneya Şengalê kirina hedef, sûcê şere. Her wiha hatina Kazimî jî di wê rojê de ne tesadufiye. Di vê êrîşê de peyama dewleta Tirk ji bo Kazimî jî diyar bû, kengê bixwaze wê Kazimî jî bike hedef û bi hêsanî dikare bikuje. Ji be ku dewleta Iraqê rê daye dewleta Tirk.”

‘Ne Mexmûr ne jî Şengal ti caran ji doza xwe tawîz nade’

Herî dawî Hevserokê Dîwana Meclîsa Gel ya Wargeha Mexmûrê Elî Urek wiha got; “Qeder û doza me bi gelê Şengalê re yeke. Îdeolojî û felsefeya me û ya gelê Şengalê hemane, ji ber wê di her êrîşê de yan jî gefên dagirkeran de Mexmûr, Şengal û Qendîl di rêza yekem de ye. Êşa gelê me yê Şengalê êşa me ye û emê heta dawî li rex gelê xwe yê Şengalê bisekinin. Ne gelê Mexmûr, ne jî gelê Şengalê ji êrîş û planên xwefiroş û dagirkeran natirse. Ji bo wê ez bang li her çar parçeyên Kurdistanê dikim, Şengal rûmeta me ye û pêwîste em xwedî li rûmeta xwe derbikevin. Em ti caran tawîz nadin dijmin û wê serkeftin bibe ya gelê berxwedêr.”

ROJNEWS-NAVENDA NUÇEYAN

Show More
Back to top button