‘Em Şengalê ji kesê re nahêlin’ 

Endamên sazî û rêxsitinên Şengalê li ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Şengalê gotin, êriş bi pilan tên kirin daku Êzidî ji beriya hilbijartina parlementoya Iraqê venegerin ser malên xwe. Her wiha dan zanîn ew ê Şengalê ji tu kesî re nehêlin.

 

Êrişên dewleta Tirk a dagirker roj bi roj li ser Şengalê zêdetir dibin. Li  himberî  van êrişan  hikûmeta Iraqê bêdengî hilbijartiye, gelê Êzidî jî diyar dikin ku divê ev bêhelwestiya Iraqê neyê qebûl kirin.

Di derbarê armanca êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengalê de nûner û endamên sazî û rêxistinên Şengalê ji Rojnews re axivîn.

Hevserokê Meclisa Gel a Xanesorê Celal Meto: Dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe li ser gelê me   dewam dike, kengê derfet bibîne êrîşan pêk tîne. Gelê sivîl dike qurbanî ku li ser axa xwene û  ji bo karibn xwe bi xwe bidin jiyan kirin di xebitin. Li himberî van êrîşan Iraqê bêndegî hilbijartiye, divê ev nêzîkatiyên Iraqê neyên qebûl kirin. Tenê yek armanca van êrişan heye ewjî  valakirina Şengalê ji Êzidiya ne, lê bila her kes bizane em qet Şengalê nahêlin.Endamê Meclisa Xanesorê Hecî Kulî: Berdewamiya van êrişan di vî demî de ji bo wê ye ku Êzidî venegerin Şegnalê, bi taybetî naxwazin Êzidî ji beriya hilibjartinên Iraqê vegerin ser cih û warên xwe. Zextekî mezin li ser gelê me heye. Êzidiyên ku ji ser malên  xwe koçberbûne nahêlin vegerin. Vegera Êzdiyan û pêşmergeyan ji bo Şegnalê bi hevre girêdana. Pêwîste gelê me vê bizanibe û li himberî van lîstokan hişyar bin.Endamê Meclisa Sinûnê Besam Şengalî: Bêdengiya Iraqê li himber van êrîşan em wek desteka ji Tirkiyê  re dibînin. Eger ev pilan ne hevbeş be, wê Iraqê rê li ber êrişan girtiba û nedihatin serweriya wê binpê ne dikirin.

ROJNEWS-ÎBRAHÎM ÊZDÎN

Show More
Back to top button