Li Dugorê civîna gel pêkhat: Bila Asayîşa Êzidxanê parastina me bike  

Li Şengalê li komelgeha Dugorê civîna gel pêk hat. Di civînê de rewşa dawî li Şengal û İraq hate destgirtin. Beşdarvanên civînê biryardariya xwe di xwedî derketina hêza Parastina Şengalê de anîn ser ziman.

Li Şengalê civînên li ser rewşa dawî li Şengalê û İraqê berdewam dike. Piştî li kampa Serdeştê ku li qontarên çiyayê Şengalê ye û nahiya Sinûnê, îro jî li komalgeha Dugorê civîna gel hebû.

Civîna ku bi deqeyek rêzgirtin bo bîranîna şehîdên Şengalê û tekoşîna azadiyê destpêkir ji aliyê Hevserokê Meclîsa Gel ya Dugorê  û Cîgera Desteya Rêveber Cîhan Şengalî ve hate birêve birin.

Di civîna ku li ser rewşa dawî li Şengalê hate lidarxistin de peyama girîngiya hebûna hêza parastina cewherî ya Şengalê hate binxêz kirin.

Piştî civînê, Tewre Şengalî ku bi xwe di civînê de jî amade bû, balkişand ser îxaneta PDK’ê û artêşa Iraqê ya li beramber3ı civaka Êzidî û encamên fermana 2014’an û got:  “3’yê Tebaxa sala 2014’an de kes nehat hawara me.  Hemû ji pişt me reviyan û me ne parastin. Zarokên me parastina me kirin. xwe bi rêxistin kirin. Hêjan ewqas jin û zarokên me di destê çeteyên DAIŞ de ne. Em tinê bawariya xwe didin zarokên xwe, em bi hebûna wan rehetin. Bila zarokên me parastina me bikin. Em naxwazin hinek ji derve werin û parastina me bikin. Yên li ser navê me çûne Bexdayê jî em wek îrada xwe ne nas dikin, ne jî qebûl dikin. Ya din jî heger evqas hêz dema fermanê ketiba nava Şengalê û wî demî parastina me kirîba ewqas jin û zarok nediket destê DAIŞ’ê. Çima hingê hawara me ve nehatin. Em weke Êzidî bê xwedî bûn û nû bûne xwedîyê xwe. Em cardin nahêlin heman tişt bê serê me. Bila zarokên me, asayîşa me parastina me bike.”

Sîlêman Şengalî jî ku di heman civînê de amade bû ji ajansa me re wiha axivî; “Piştî şerê derketî berteka milet derket û çalakî çêbûn. Gel got em naxwazin artêş di nav gûnd û bajaran de bimîne. Li ser vê yekê jî gel vegeriya, hinek rehetbûn çêbû. Em tinê parastinê bi rêka Asayîşa Êzidxan qebûl dikin. Parastina gundên me jî asayîşê dikir. Divîyabû bi polîsan re parastin kirîba û dikirin jî. Dema trampêlek bîyanî dihat teqîp dikir, li ser disekinî. Em rehet bûn. Asayîş ne weke artêş e. parastina hundirîn e. Em dixwazin miletê me zanibe ku asayîş dikare milet, gund, bajarê me biparêze û her feyda me ye hebûna wê. Ez dibêjim wateya revê nîne. Raste şer derket, tengavî derket. Lê ne şerê DAIŞ bû. Artêş bi xwe divîyabû gotîba em di nav komalgehê de divê şer dernexin. Kêr nayê em baz bidin.  Kêr nayê em ji axa xwe derbikevin.”

Ev demeke artêşa Iraq û PDK peymana ku navbera Hewler-Bexda de îmze kirine li ser Şengalê dixwazin ferz bikin. Li hemberî zextên hikûmeta Iraq û PDK berxwedaniya civaka Êzidî jî asta jor de berdewam dike. Civaka Şengalê bi israr dibêje ew peymana 9’ê Cotmehê ku hemû destkeftiyên civaka Êzidî dike hedef nas nakin û xwestin dawî li van zextan bên anîn.

ROJNEWS-ŞINGAL

Show More
Back to top button