Lêkolînerê Iraqî: Divê destek bidin PKK’ê

Endamê Lijneya Ewlekarî û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê Seeran El-Aaceyibi bal kişand ku Tirkiyeyê serweriya xaka Iraqê parçe parçe kiriye, lewma divê ev mijar di konferansa navnetewî ya Bexdayê de were gotubêjkirin. Lêkolînerê Siyasî yê Iraqî Elî El-Sahib jî got ku hebûna PKK’ê dijî Tirkiyeyê parastinek e û divê desteka PKK’ê were kirin

Endamê Lijneya Ewlekarî û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê Seeran El-Aaceyibi û Lêkolînerê Siyasî yê Iraqî Elî El-Sahib derbarê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Herêma Kurdistanê û Iraqê de ji Rojnews re axivîn û bang kirin.

‘Tirkiyeyê serweriya Iraqê parçe parçe kiriye’

Endamê Lijneya Ewlekarî û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê Seeran El-Aaceyibi diyar kir ku bêdengiya hikûmeta Iraqê hiştiye ku Tirkiye serweriya xaka Iraqê binpê bike û bi taybetî civaka Duhokê hedef bigire.

Seeran El-Aaceyibi destnîşan kir ku Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî berpirsyarê êrîş û komkujiyên dewleta Tirk e.

Seeran El-Aaceyibi xwest ku mijara êrîşên Tirkiyeyê, di konferansa navnetewî ya kut ê payîn di dawiya Tebaxa 2021’an de li Bexda were lidarxistin de, bê nirxandin û got: “Ji ber ku ev rewşa ji kontrola me derketiye û em nikarin serhev ve bînin. Serweriya Iraqê ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye perçe perçekirin.”

‘Pêwîste destek bidin PKK’ê’

Lêkolînerê Siyasî yê Iraqî Elî El-Sahib jî li ser heman mijarê nêrînên xwe anîn ziman û got: “Hebûna PKK’ê li bakûrê Iraqê dijî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk hêzek parastinê ye. Pêwîste alîkariya bi riya ragihandinê alîkariya PKK’ê were kirin ku hêzên Tirk ên dagirker ji herêmê derxînin.”ROJNEWS-BEXDA

Show More
Back to top button