‘Hevalan em ji fermanê rizgar kirin’

Di demekê ku salvegera fermana 3’ê Tebaxa 20214’an nêz dibe de welatiyê Şengalê ku bi xwe ji xelkê Til Ezêre bal kaşand ser ku Gerîlayên HPG, YJA-Star ku ew ji fermanê rizgar kirin

Mam Qasim ku bi xwe ji xelkê Til Ezêre ji Radyo  me re axivî û got: “ Em ji sala 1975’an de li vê gundî ne. Saddam di wan deman de em ji ser cih û warê me rakirin û em anîn vê derê. Piştî ku em hatine vir me ev gund avakir. Di 3’ê Tebaxa 2014’an de ferman li me rabû. Ez wê demê li ser banê nivistîbûm û di nava Girzerik û Qîranî de bû şer heta ber destê sibehê. Çawa bû sibe ji bê çaretiya xwe de em ber bi çiya ve reviyan û nêzî hefteyekî li wê derê man. Wê demê Heval hatin bi hewara me ve ne nan û ne jî ava me hebû. Lê li wê derê Hevalan ji bo ku me ji mirinê rizgar bikin hem nan û hem jî av ji kuderê ji bo me peyda kirin em nizanin. Me berê Heval nas nedikirinbûn. Me sîlahên xwe jî bi rê de avêtin hemû.”

Mam Qasim di berdewamiya gotinên xwe de wiha qala gundê xwe dike: “Navê Gundê me Til Ezêr e lê ya berê Qahtaniye ye. Jiyana me berê di Gund de gelek xweş bû, lê piştî ku ferman bi ser me de rabû di sala 2014’an êdî jiyan li me bû dojeh. Keç û xortên gund hemû li hev kom dibûn û diçûn ji xwe re digeriyan di nava gund de. Her wiha di aliyê maddî de jî jiyana me têr û tijî bû, lê piştî 2014’an de êdî jiyana me ne xweş bû. Çeteyan malek min kiribûn zîndan û tê de jinên Êzidî girtibûn û di kêleka wê malê de esîr bi saxî dixistin bin erdê û dikuştin.”

Mam Qasim bi van gotinan dawî li axavtinên xwe anî: “ Niha tiştek nîne Şengal jî bi ewleye û jiyana me jî gelek xweş e. Mala Hevalan ava bi xwedê av bi piştê xwe ji bo zarokên biçûk dianîn. Kal û pîr jî li piştê xwe dikirin tenê ji bo ji destê Çeteyan rizgar bikin. Ji xwe di destpêkê de şer li Girzerik û Sîbayê Şêx Xidir derket û li wê derê jî berxwedaneke mezin hate meşandin. Hemû jin û keçên me hatin girtin û kuştin. Em ji hemû xelkê xwe yê Şengalê hêvîdikin ku vegerin ser cih û warê.”

RADYO DENGÊ ÇIRA ŞENGA-Mîlan Cudî

 

Show More
Back to top button