Wê Iraq bibe endamê Encûmena Qedexekirina Çekên Kimyayî

Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê diyarkir wê Iraq ji bo du salan bi awayek fermî bibe endamê Encûmena Cîbicîkar a ji bo qedexekirina çekên kimyayî.

Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf diyarkir wê Iraq bi awayek fermî bibe endamê Encûmena Cîbicîkar a ji bo Qedexekirina Çekên Kimyayî. Sehaf da zanîn wê Iraq ji sala 2022 ta 2024’an bibe endamê encûmenê.

Her wiha diyarkir wê di meha Mijdara îsal de di civîna giştî ya encûmenê ya li bajarê Lahey ya Hollandayê endambûna Iraqê were erê kirin.

Rêxistina Qedexekirina Çekên Kimyayî rêxistinek navnetewî ye. Di sala 1997’an de bi armanca çavdêrî kirina bicihanîna lihevkirinên qedexekirina çekên kimyayî hatiye avakirin. 41 welat endamên encûmenê ne.

ROJNEWS-NAVENDA NÛÇEYAN

Show More
Back to top button