Şênî berê xwe didin Gir Zerik

Welatiyên me pêşiya artêşa Iraqê ya dixwest derbasî gundê Gir Zerik bibe girt, li ser rê dest bi çalakiya rûniştinê kirin

Artêşa Iraqê danê êvarê saet derdora 17.00’an de xwest derbasî gundê Gir Zerik ê dikeve başûr-rojavayê Şengalê bibe.

Şêniyên gundên derdorê jî bi armanca destekdayînê berê xwe dan Gir Zerik.

Li ser vê hewildanê, gelê gund derket ser rêya artêşa Iraqê û nehişt ku derbas bibe. Welatiyên me ji rayedarên artêşê re diyar kirin ku li herêmê ji xwe hêzên parastinê hene, lewma pêdivî bi hêzek zêdetir nîn e.

Welatiyên me dest bi çalakiya rûniştinê kirine.

Çalakiya ku tê de dirûşmeyên wekî, “Bijî berxwedana Şengalê” tên berzkirin, berdewam dike.

Li aliyê din şêniyên gundên derdorê jî bi armanca destekdayîna çalakiyê, berê xwe dan Gir Zerik.

Show More
Back to top button