Welatiyên Koyeyê piştgirî dan Xwerêveberiya Şengalê

Welatiyên navçeya Koyeyê piştgirî dan xwerêveberî û hêzên parastina Şengalê û bi tundî planên dewleta Tirk, hêzên Iraqê û PDK’ê yên li ser Şengalê şermezar kirin

Herwiha daxwaz li her kesê kirin ku piştgiriya civaka Şengalê bikin û rê neyê dayîn careke din bikevin destê hêzekî ku nekarin biparêzin.

Parêzer Biryar Mûşîr ku li Dadgeha Koyeyê şêwirmendiyê dike têkildarî Xwerêveberiya Şengalê û berxwedaniya Şengaliyan got: “Piştî hatina çeteyên DAIŞ’ê, di sala 2014’an de Şengal û Êzidî rû bi rûyî jenosayîd û komkujiyan bû. Di vê demê de ew hêzen ku xwe xwediyê Şengalê didîtin ji Şengalê derketin û xelkê Şengalê rû birûyî karesatek mezin kirin.”

Parêzer Biryar Mûşîr diyar kir ku piştî vê karasatê Şengaliyan ji bo parastina xwe hêzek avakirin û got ku ew hewldanên ji bo tinekirina vê hêzê nedadiye, ji ber ku mafê xelkê Şengalê heye parastina xwe bikin û got: “Her destwerdanek derve û navxweyî neyasayî ye. Ji ber ku li gorî destûra Iraqê Şengal beşek ji xaka Iraqê ye. Serweriya xwe heye. Pêwîste her kes alîkariya Şengalê bike û piştgiriya hêzên Şengalê bike. Bexda û Hewlêr ji Şengalê ava bike û tazmînata wan bide.”

Welatiyê bi navê Mardîn Hekîm diyar kir ku dema ku DAIŞ’ê êriş Şengalê û Êzidiyan kir, tenê gerîlayên PKK’ê parastina wan kir û got:”Piştre ji bo wan hêzek taybet hate avakirin. Ji bo ku bikarin xwe biparêzin û rê nedin careke din rû bi rûyî komkujî û êrişên hovane yên dijmin bibin.”

Mardîn Hekîm diyar kir ku divê zextên hundirin û derve xelkê Şengalê ji hêza xwe sar neke û got ku divê rêz ji îradeya xelkê Şengalê û qurbaniyên Şengalê re were girtin.

Welatiyê bi navê Osman Mihemed diyar kir ku tişta ku li Şengalê rû dide, planekî dewleta Tirke û got: ”Ew ezmûn û siyaseta ku niha li Şengalê heye, bi ti awayî ne berevahiya destûra Iraqê ye. Li gel vê divê mijara Xwerêveberiya Şengalê weke taybetmendiyekê li ber çavan were girtin.”

Osman Mihemed bal kişand ser komkujiyên li hemberî xelkê me û wiha pêde çû:”Heta niha di dîrokê de 74 caran hewldana tinekirina wan hatiye dayin. Lewma niha mafê wane ku hêzek xwe ya taybet hebin û xwe rêve bibin. Ji bo parastinê hêza xwe ya taybet hebin. Şengal xwe dispêre fikir û îdeolojiyek bi hêze ku wê dawiyê li dijmin bîne.”

ÇAVKANÎ: ROJNEWS

Show More
Back to top button