TEV-DEM`ê Çarşema Serê Nîsanê pîroz kir
TEV-DEM`ê Çarşema Serê Salê bi taybet li civaka me û li tevahiya gelê Kurd pîroz kir
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi boneya Çarşema Sor daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“Em cejna Çarşema Sor ku li gorî mîtolojiya êzidiyan Roja Sersala Kurdî ye, li gelê Kurd bi giştî û êzidiyan bi taybet û hemû gelê herêmê pîroz dikin. Cejna Çarşema Sor an jî Cejna Sersalê ya Kurdên êzidî, xwedî gelek wateyên mezin e û ji aliyê olî û neteweyî ve pîroz e, nexasim pîrozkirina wê di meha Nîsanê de ku pîroztirîn mehên salê ye û wekî jiyaneke nû ya ji hemû zindeyan re ye, vejîna jiyaneke nû ye. Ev bi serê xwe tê wateya berdewamkirina li ser bingeh û felsefeya jiyana xwezayî ya nû û wekî yekemîn gava parastina nirxên bilind ên mirovan û exlaqê wan e, piştre li herêma Mozopotamyayê bêyî cudabûn ji bo jiyana hevpar bû qanûnek.
Cewherê Çarşema Sor mîna rêzdayîna dualî ye û li ser bingeha wekhevî, edalet, nirxên cehwerî yên aştiyane, jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyên herêma Mozopotamyayê de ye û mirovên li hemberî xwe qebûl dike û bi aştiyane dijî, wekî modêla li Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê.
Cejn çanda hêviyan e, ji ber ku li ser bingeh û pîvanên exlaqî hatine avakirin û banga jiyana azad û dawîkirina zilma di nava civakan de dike. Gelê Kurdistanê û gelê herêmê bi giştî dê xwestek û hêviyên xwe yên jiyaneke birûmet û vîneke azad pêk bînin û dê kêfxweşiya xwe bi vê boneya mezin bi Rêber Abdullah Ocalan re temam bikin.
Em vê boneya aştiyane bikin cejna dirêjkirina pira biratiya di navbera pêkhateyan de û piştgiriya vîna civaka êzidî bikin, ku di nava destûra Iraqê ya Federal de nûnertiya Rêveberiya Xweser a Şengalê dike û ji bo sînordarkirina plan û fermanên li dijî vî gelî guncawtirîn çareserî ye.
Em wekî Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM`ê vê boneyê li gelê herêmê bi giştî û bi hemû olan, bawerî û çandên wan di serê pêşî de Kurdên êzidî pîroz dikin, her wiha em vê cejna dîrokî pîroz dikin û bang li hemû hêzên aştiyane yên cîhanê û hemû gelê herêmê dikin, ku hevgirtina xwe li ser bingeha rastiyê, rêgezên jiyana hevbeş, biratiya gelan û yekitiya çarenûsê ava bikin. Em hemû cejnên xwe yên olî û neteweyî li ser bingeh û felsefeya neteweya demokratîk bi hev re pîroz bikin.”
ÇAVKANÎ: ANHA