MXDŞ: Êrişa li Sinûnê bi hevkariya PDK’ê pêk hat

Mecilsa Xweseriya Demokartîk a Şengalê (MXDŞ) ragihand ku êrişa li Sinûnê bi hevkariya PDK’ê hatiya kirin û hin kesên nêzî PDK’ê  li Hewlêrê bi MÎT û PDK’ê re hevdîtina kirine û li ser  provakasyonên nû li Şengalê nîqaşkirine û ev peyam da: Em  ji tevahiya cîhanê re didin diyakirin ku ewê berxwedanî û têkoşîna me ya ji bo Şengalek xweser û azad heya serkeftinê wê dewam bike. Îradeya me ji hemû êrişên  dijmin bihêztire.”

Mecilsa Xweseriya Demokartîk a Şengalê (MXDŞ) têkildarî êrişa duh li Sinûnê li dijî Meclîsa Gel a Sinûnê ji aliyê balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker ve pêkhatin daxuyanî da.

Mecilsa Xweseriya Demokartîk a Şengalê (MXDŞ) diyar kir ku di êrişê de zarokek şehîd bû û 7 kes birîndar bûn û birîna hinekan girane. MXDŞ eşkere kir ku ji bo vê êrişê û bûyerên piştî êrişê ji aliyê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ve senaryo hatine amadekirin û heta niha jî senaryoya wan berdewam dike.

MXDŞ’ê îşaret bi pilanên metirsîdar ên li ser Şengalê kir û wiha tê gotin: “ Li Hewlêrê hin kesên nêzî PDK’ê ku bi xwe xelkê Şengalê ne bi MÎT û PDK’ê re hevdîtin kirine û li ser provakasyona li Şengalê  nîqaşkirine.”

MXDŞ’ê sersaxî ji malbata şehîd re xweset  û wiha destnîşan dike: “Di serî de em sersaxiyê ji malbata Nasir Xidir Naso  re dixwzin ku di encama êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser Mecilsa Gel a Sinûnê de zarokê wan yê bi navê Selah Nasir şehîd bû, her wiha, ji bo kesên ku  birîndar bûna jî em şîfaya xêrê dixwazin.  Wek tê zanîn di van demên dawî de li ser Şengalê û civaka me, zext û pilanên dijmin zêde bûne.  Di serî de dewleta Tirk û hevalbendên wê  katina nava pilanên qirêj û dixwazin ku civaka me bê îrade bihêlin û destekeftiyên  me ku bi xwîna şehîdan hatina avakirin  tesfiya bikin. Li ser vî esasî bi hevakariya hin kesên di nava hikûmet û  artêşa  Iraqê de, her wiha bi hevkariya PDK’ê ku   van pilana didin meşandin. Piştî ku di demên dawî de civaka me bi îradeya biheze, rê li ber tevlihevî û pêkanîna pilanên dijmin girt, niha jî dixwazin bi şêwazekî din van pilanên xwe li ser civaka me bidin meşandin. Li ser vî esasî Dezgeha Parastinê ya PDK’ê bi îstixbarata  Tirk re ketina nava   hewildana û li ser  gelê me zext dikin. her wiha bi rêyên cuda gefan li ser malbatên me yên welatparêz û pêşengên me dikin.  Dixwazin bi vê yekê gel dest ji mafê xwe yê rewa, sazî û dezgehê xwe berde. Lê ew bi van zexta negihin ti enacaman, lewma carekî din dest bi êrişên heway kirine û gelê me bê ferq û cidahî dikin hedef.”

‘Bizanabûn Meclîsa Gel hedef hate girtin’

Di berdewama daxuyaniyê de wihatê gotin: “Herî dawî  roja Çarşemê saet di 10:30’an de Meclisa Gel a Sinûnê  ji aliyê balafirên bêmirov yên dewleta Tirk ve dû cara hate hedefgirtin.  Di encama vê êrişê de bi giştî 7  birîndar hene. Di nav de endamên Meclisa me ya giştî , rojnemevanek her wiha endamên Meclisa Gel a Sinûnê hene. Her wiha zarokek bi navê Selah Şivan ê temen 12 salî şehîd bûye. Di nava  birîndara de yên ku birîna wana giran hene.

‘Ev êriş bi plan hatiye kirin’

Ev êriş bi plan hatiye kirin.  Meclisa me ya gelê  Sinûnê  bi zanabûn hatiya  hedefgirtin, ji ber ku gelê me bi berdewamî seredana Meclisa xwe dikirin û ji bo çareserkirina piskirêkên gel bê navber meclisê  kar û xebatên xwe dida meşandin. Her wiha li derdora meclisê gelek mal, dikan û  gel hebû. Ne tenê meclis di vê êrişê de xelkê liderora meclisê jî hate hedefgrtin.  Hedefgrtina xelkê me jî bi zanebûn û bi  pilanekî rêxistinkirî pêk hatiya. Ji ber di van demên dawî de bi gelek awayên cuda ji aliyê PDK’ê ve hewil hate dan, bi rêya kesên girêdayî xwe tevliheviyê derxin û Şengalê vala bikin. Gel ji derdora rêveberiya xweser dûr bikin û bi vî şêwazî peymana 9’ê Cotmehê li ser gelê me pêk bînin.  Senaryoya vê êrişê û hewildanên PDK’ê yên piştî êrîşê ji mêj ve hatibû amadekirin.”

‘PDK’ê û MÎT li ser Şengalê lihev kombûne’

Mecilsa Xweseriya Demokartîk a Şengalê (MXDŞ) îşaret bi planeka metirsîdar ên li ser Şengalê kir û ragihand ku ji beriya êriş pêk were hin kesên nêzî PDK’ê  li Hewlêrê bi Dezgeha Îstixbarata PDK’ê (Parastin) û MÎT’a Tirk re hevdîtin kirine û li ser Şengalê planên nû nîqaşkirine û wiha dewam kir: “Li ser vî esasî  piştî ku êriş li ser meclisa gelê me a Sinûnê pêk hat, senaryoya wan hîna dewam dike.  Çend kesên kirêgirtî hewildan provakasyona derxin û  civaka me  bînin beramberî hev. Kesayetiyên ku xwe wek berpirsên Êzdiyan dibînin û ser bi PDK’ê ve ne, vê êrişa li ser  meclisê û gelê me yê sivîl  berevajî dikin û dixwazin rê li ber êrişên din jî vekin.   Bi hewildanên rêveberiya  xweser  û gelê me ev provakasyon bi serrneketin. Lê bila gelê me  hişiyar be û bizanibin sedemên van êrişa  di serî de PDK û ew kesên ku hevkariya wan dikine.   Em bang li tevahiya gelê xwe, serokeşîr, rûsipî, rewşembîr, ciwan û hemû beşên civaka xwe dikin, êdî rê nedin ev lîstok li ser civaka me pêk bên. Her kesekî eger bi çi awayî be bila biba  eger destek bide dijmin ew dibe beşek ji pêkanîna van pilan û êrîşên ku rojane zarokên vê civakê têde dibin qurabnî.”

‘Yekem berpirsê rijandina xwîna zarokên me PDK ye’

Di dawiya daxuyaniya Mecilsa Xweseriya Demokartîk a Şengalê (MXDŞ) ev peyam tê dayîn: “Em  ji tevahiya cîhanê re didin diyakirin ku ewê berxwedanî û têkoşîna me ya ji bo Şengalek xweser û azad heya serkeftinê wê dewam bike. Îradeya me ji hemû êrişên  dijmin bihêztire. Ev keda heta niha me daye ewê li ser şopa şehîdan dewam bike. Ji bo  kesên bûne hevkarê dijmin jî bila baş bizanin ewê li hemberî gelê me û malbatên şehîda wê hesab bidin.  Kesên li Şengalê destek didin dewleta Tirk û   dezgehê parastinê yê PDK’ê,  her wiha ew kesên li Hewlêrê bi dijminê koka Êzdiyan, MÎT û PDK’ê re hevdîtin kirina berpirsên yekemînin ji rijandina xwîna zarokên Êzidiyane.  Ne tenê ji van êrişan ev kes birpirsiyarin belkû berpirsên ji hemû provakasyonên li Şengalê ne.  Pêwîste gelê me van kesan di nava xwe de ne parêze û wan ji nava xwe derxe.”

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button