Jinên Şengalê: Bêdengiya hikumeta Iraqê hevkariya suce

16’ê Tebaxê balefirên dewleta Tirk Suka Kevin a Şengalê bombebaran kir. Di êrîşê de Fermandarê YBŞ’ê Seîd Hesen û Isa Xwedêda jiyana xwe ji dest dan û gelek welatî jî birîndar bûn. 17’ê mehê jî Nexweşxaneya Gel a li Gundê Sikêniyê bombakir. Di encama êrîşên du rojan de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan û 6 jî birîndarbûne. Piştî lêdana balafirên dewleta tirk ên li ser nexweşxaneya ku di nava gundê Sikiniyê de bû her çiqasê şêniyên gund û xelkê herêmê dixwestin birîndaran rizgar bikin jî dewleta tirk bêyî ku bibêje sivîl û zarok û dayik in dubare li nexweşxaneyê xist. Rexmê wê jî gelê herêmê her çû li cihê bûyerê zêdetir bû heya demjimêr 11’ê şevê gel bênavber şehîd û birîndarên xwe ji bin  nexweşxaneya rûxiyayî derdixistin. Rêveberiya Xweser û TAJÊ li cihê bûyerê bi pêkhateyên Ereb û Êzidiyan re daxuyaniyek li ser êrîşê dan. Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Rîham Hico û Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Feho Silêman ên li cihê bûyerê bûn û sê rojin li cihê bûyerê ne li hemberî êrîşan bêdengiya hikumeta Iraqê şermezar kirin.

“Bêdengiya hikumeta Iraqê tê wateya hevkariyê ”

Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Rîham Hico bi van gotinan êrîşên hovane yên dewleta Tirk li ser civaka Êzidî nirxand: “Em êrîşên dewleta Tirk ên hovane, nemerdane û dijmirovî şermezar dikin. Ev êrîşên dewleta tirk ên li ser civaka Êzidî ne êrîşên nû ne. Ev 74 ferman e ku dewleta Tirk destên wî di nava tevan de heye. Em baş dizanin ku dewleta tirk xwînmij û dujminê herî hov ê me ye. Tişta em jê hêrs dibin kiryarên hukumeta Iraqê ne. Parlamenter serokwezîr û dewleta Iraqê li ku ne? Digotin Şengal parçeyek ji axa Iraqê ye wiha xwedî li axa xwe derdikevin. Her cara ku şandeyek ji Iraqê tê şengalê dewleta tirk van êrîşan li ser me pêk tîne. Em weke Tevgera Jinên Êzidî tu caran ji doza xwe venagerin em ê her li ser doza şehîdên xwe bimeşin. Em dest ji doza xwe ax û welatê xwe bîr û baweriya xwe bernadin.”

“Dewleta Iraqê li ku ye?”

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Feho Silêman girêdayî êrîşên du rojan li ser hev ser wan hatî kirin û bêdengiya hikumeta Iraqê ev tişt got: “Bila tofan bi Iraqê bikeve ku bêdeng dimînin li hember êrîşên nemerdane yên dewleta Tirk. Kazimî hat, me got wê ji gelê me re tiştek bike va ye ev du roj in li pey hev em rastî lêdanên balafirên dewleta tirk tên. Di nava du rojan de bi dehan şehîdên me çêbûn. Tofan li me rakirin mala Êzidiyan xera kirin. Hewar e ev xayîn û xwefiroşên Iraq bi ku ve çûne? Dixazin fermanê li me nû bikin, va ye ev meh li me tev kirin meha reş her roj hinekan ji me dikujin.”

“Zarokên me Ereban û Êzidiyan bi hev re qetilkirin

Jina Ereb a bi navê Qeyada Mustefa jî bi van gotinan êşa xwe anî ziman: “Dewleta Tirk îro li nexweşxaneya me da yên vir tev zarokên me û yên Êzidiyan bûn. Divê hikumeta Iraqê bêdeng nemîne ji ber ev tev zarokên me ne. Em napejirînin ji ber em tev li ser axa Iraqê dijîn divê ev hikumet vî gelî biparêze, ma çi gunehê me heye çi gunehê zarokên me heye? Êdî bes e!”

NUJINHA-ŞENGAL

Show More
Back to top button