TAJÊ: Îro Êzidxan bi saya wan ser piyan e

Gerîlayên HPG û YJA Starê yên xwe di fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de xwe gihandîbû xelkê be û pêşî li fermanê girtiye îro di salvegera vekişîna xwe ji Şingalê bi mînetdarî têne bîranîn

Gerillayen piştî ku wezîfeya xwe bi cih anîn di 1’ê Nîsana 2018’an de bi merasîmeke fermî ji Şengalê vekişiyabûn. Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi wesîleya salvegera 3’yan a vekişîna hêzên gerîla ji Şengalê daxuyaniyek da û ragihand ku bi destwerdana şervanên azadiyê yên HPG, YJA Star, YPG û YPJ’ê, bi hezaran mirovên ji şêniyên me ji fermanê hatin rizgarkirin û wiha pêde çûn: “Heta em sax bin em ê xwedî li hêza HPG û YJA Starê derkevin. Hêza me ji berxwedaniya wan e. Bi saya lehengiya şervanên azadiyê îro Êzidxan li ser piyan e, li ber xwe dide. Em dev ji mafê xwe yê azadiyê bernadin.”

Di daxuyaniyê de fermana 3’yê Tebaxa 2014’an a bi destê DAIŞ’ê li Şengalê rabû hate bibîrxistin ku ji ber revawan ya zêdeyî 7 hezar hêzên çekdar ên PDK’ê û hêzên leşkerî yên Iraqê, li Şengalê qirkirinê dest pê kir.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku bi destwerdana şervanên azadiyê yên HPG, YJA Star, YPG û YPJ’ê, bi hezaran mirovên ji şêniyên Şengalê ji fermanê hatin rizgarkirin û çiyayê Şengalê jî bû hêlîna lehengan.

TAJÊ diyar kir ku di nava 3 salên tijî berxwedan û têkoşînê de hêzên HPG û YJA Starê bi dehan gundên Şengalê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin û di encama vê berxwedanê de jî bajarê Şengalê bi temamî ji DAIŞ’ê hate paqijkirin.

Di dewamiya daxuyaniyê de vana hate ser ziman:  “Ji bo parastina xaka pîroz bi sedan şehîd hatin dayin. Keç û xortên Êzidxanê ku wan jî li kêleka şervanên HPG û YJA Starê şer kirin, li ber xwe dan, hêza xwe ya YBŞ û YJŞ’ê ava kirin. Îro ev hêz bi canê xwe civaka Êzidî diparêze.”

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku hêzên HPG û YJA Starê erka xwe ya exlaqî û wijdanî bi cih anîne û di 1’ê Nîsana 2018’an de berê xwe dan wargehên pîroz, çiyayên azad û bi xemgînî xatir ji civaka me xwestin.

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Bi navê civaka Êzidî bi taybetî jî jinên Êzidî em ti carî berxwedan û lehengiya şervanên xwe ji bîr nakin. (…) Heta em sax bin em ê xwedî li hêza HPG û YJA Starê derkevin. Hêza me ji berxwedaniya wan e. Bi saya lehengiya şervanên azadiyê îro Êzidxan li ser piyan e, li ber xwe dide. Em dev ji mafê xwe yê azadiyê bernadin.”

Show More
Back to top button