Piştgiriya ji bo namzetê PADÊ roj bi roj zêde dibe 

Namzetê PADÊ Semîr Derwêş li Xanesorê bû, Derwêş mal bimal geriya. Xansoriyan soza piştgiriyê dan namzetê PADÊ û ji Derwêş xwestin li parlamentoyê xwedî li Êzidiyan derkeve.

Li Şengalê kar û xebatên ji bo hilbijartinên pêş wex ku tê payîn li 10’ê Cotmeha îsal pêk werin dewam dikin. Xebatên namzetê PADÊ Semîr Derwêş jî bê navber dewam dikin. Semîr li Şengalê û di nava hemû Êzidiyan de baş tê pêşwazî kirin.

Di çarçoveya xebatên ji bo hilbijartinê de duh Semîr Derwêş li Xanesorê bû. Derwêş li Xanesorê di nava gel, esnaf û hemû xelkê de geriya. Derwêş ji gel xwest dengê xwe bidin û dema diçin ser sindoqan jî fermana 3 yê Tebaxê li bîra xwe bînin.

Derwêş ji xelkê Xanesorê re got ku ewê ji bo civaka Êzidî kar bike, Xanesoriyan jî soz dan Derwêş ku dengê xwe bidinê.

Welatiya bi navê Selala Qasim li ser namzetbûna Semîr Derwêş kêfxweşiya xwe anî ziman û got; “Em bi hatina Semîr Derwêş gelek kêfxweşin, ewê ji bo mafê Êzidiyan kar bike. Em bang li hemû xelkê xwe dikin, xwedî li namzetê xwe derkevin.”

Hemîd Şemo jî bang li Êzidiyan kir da ku xwedî li namzetê xwe derkevin û piştgiriyek xurt bidin Semîr Derwêş. Hemîd dibêje, pêwîste hilbijartnan de Êzidî bibin yek û dengê xwe ji bo Semîr Derwêş bikarbînin. Hemîd xwest herkes ji bo serxistina Semîr Derwêş kar bike.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button