Ji bo piştgiriya Şengalê çalakî zêde dibin

Herî dawî li Ermenîstan li paytext Êrîvan, li bajarên Elmanya Berlîn û Hambûrgê, li bajarê Fransa Bordeaûx’ê jî çalakî pêkhatin

Bi rojane ne tinê li Şengalê li Ewropa jî çalakiyên ji bo piştgiriya berxwedaniya li Şengalê li dijî peymana 9’ê Cotmehê pêktê.

Li gora anf ragihandiye Kurdên li Êrîvanê daxwuyaniyek dan. Hate hînbûn ku nûnerên saziyên Kurd ên li Ermenistanê, ji bo Şengalê hatin gel hev. Li ser navê Kurdistaniyan û saziyan Hevserokê Şêwra Gelê Kurd Parlementer Kinyas Hasanov, Hevserokê Komîteya Kurdistan Silo Dîrboyan û endama Yekitiya Jinên Azad û KNK’ê Jenya Qadir daxwuyanî ji raya giştî re ragihandin.

Di daxuyaniya hevpar a nûnerên Kurd de wiha hate gotin; “Em saziyên Kurd ên li Ermenistanê planên li ser Şengalê yên di navbera Hewlêr, Bexda û Tirkiyeyê û hêzen li pişta wê şermezar dikin. Dirûtiyek heye. Li aliyekê qala qetlîamên ên li ser civaka Êzidî dikin, li aliyek din rê ji qetlîaman re rê vedikin û hevkariyê dikin. Dewleta Iraqê bi hinceta ‘Şengal ya min e’ mûdaxele dike. Erê çima dema sala 2014’an Şengal rastî qetlîamên DAÎŞ’ê hat, weke îro dibêje ‘ya min e’ te neparast û ew bi qetlîaman re rû bi rû hêla?”

Saziyên Kurd li Ermenîstanê daxwuyaniya xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Meşrû ye ku gelê Şengalê xwe bi berxwedanê biparêze. Em berxwedana wan silav dikin û emê li gel wan in.”

Li Ewropa jî çalakî pêkhatin. Hate hînbûn ku li paytextê Elmanya Berlînê gefên li ser Şengalê hate protestokirin. Kurd û dostên wan di demjimêr 16.30’an de hatin ba hev û ji bo xwedîlêderketina xelkê me meşek pêkanîn. Çalakgeran diyar kirin ku ewê li dijî van gefên li dijî Şengalê li ber xwe bidin. Gel heta Kotbûsser Torê bi sloganên ‘Bijî berxwedana Şengalê’ û ‘Jin, jiyan, azadî’ meşiyan.

Çalakiya li bajarê Hamburgê jî li ser banga NCDK Hambûrg û Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk pêkhat. Li Hamburgê çalakî li Sternschanzeyê hate lidarxistin. Di çalakiyê de li ser navê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk Huseyîn Ararat axivî û got, “Civaka Êzidî dixwaze li Şengalê bi îradeya xwe bijî. Kesên li dijî fermana di sala 2014’an de dengê xwe nekirin, mafê wan tune li ser civaka Êzidî ya li wir tiştekî bibêjin. Civaka Êzidî dixwaze bi hêza xwe, xwe biparêze.”

Ararat diyarkir ku ev êrîş bi daxwaza dewleta Tirk tê kirin û armanca dewleta Tirk eve ku hemû Kurdistanê dagir bike.

Li bajarê Bordeaûx ê Fransayê jî ciwanan peymana qirêj a li ser gelê Şengalê protesto kirin. Ciwanên endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger li trênan belavok belav kirin û piştre li Place de la Vîctorîeyê belavokeke bi Fransî xwendin. Ciwanan pankarta ‘Şengal ne bi tenê ye, alên PKK’ê û posterên Rêberê Gelên Bindest Abdullah Ocalan hildan.

ÇAVKANÎ: ANF

Show More
Back to top button