Bi berxwedanê rê nedan Şengal bê dagirkirin

Artêşa Iraqê ji duh bi şev ve bi hejmarek zêde ya leşker, tank û topan xwest Şengalê dagir bike. Lê rastî berxwedaniya hêzên Asayîşa Êzîdxan, YBŞ-YJŞ û civaka Êzidî hat. Niha li Şengalê şer sekiniye, lê artêşta Iraqê ji Şengalê derneketiye û alozî berdewame.

Ji duh bi şev ve Artêşa Iraqê bi hêzek mezin ve di nava tevgera dagirkirina Şengal û hemû gundewarên wê de ye. Artêşê bi hêzekî mezin, top, tank hewl da bikeve navenda Şengalê û dagir bike.

Êrîşa artêşa Iraqê îro di saetên sibehê de destpêkir heta saetên piştî nîvro berdewam kir.

Li gorî agahiyan artêşa Iraqê bi fermana Fermandariya Operasyonên Musilê ku dibin bandora dewleta Tirk û PDK’ê de, tevdigere û êrişan pêk tîne.

Artêşa Iraqê ji milê gundê Tirbika ve ku girêdayî Rabîaye, hêzek mezin ber bi Sinunê ve şand û xwest bikeve Şengalê. Di heman demê de ji milê Hardan ve jî hêzek mezin xiste nava liv û tevgerê.

Li herêma Dugurê jî hêzek zêde ya Iraqê anîn gel hev û li vê herêmê jî artêşa Iraq’ê êrîşekî giran pêş xist, heya bi tankan jî êrîş pêk anî.

Di vê navberê de artêşê hemû teknîka xwe, çek û cebilxaneyên xwe xiste tevgerê, ji helîkopteran bigre heya balafirên şer jî xiste dewrê.

Civaka Êzidî li ser pîyan bu

Li hemberî van êrîşên artêşa Iraqê civaka Êzidî jî kete nav liv û tevgerê, dayîk, ciwan, bav û bira bi hevre kombûn û piştgiriya xwe bu hêzên parastina Şengalê re anîn ser ziman. Gelek dayîk û ciwanên ku li gel hêzên parastina Şengalê rext dabûn pişta xwe û çek hildabûn jî bal kişande.

Li her cihî hesasiyet û xwedî derketina li Asayîşa Êzîdxan û hêzên YBŞ-YJŞ bal kişand.

Şer bi dijwarî heya piştî nîvro berdewam kir, lê piştre hate sekinandin. Di van kêliyan de her çiqas pêvçûn û êrîş nebe jî lê artêşa Iraqê li nava Şengalê de ye. Li cihên sekinîbûn dimîne û gûmana ku cardin êrîşî hêzên parastina Şengalê û nirxên civaka Êzidî bikin berdewame.

Gelê Şengalê diyar kirin ew ê bi şev jî li kêleka hêzên parastina Şengalê rawestin, her êrişek çêbe ew ê bersiv bidin. Hêzên Parastina Şengalê jî di çeperên xwe de ne.

ROJNEWS-ŞINGAL

Show More
Back to top button