Ji TEV-DEM’ê banga seferberiyê

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) têkildarî zextên rojên dawî yên li ser Şengalê daxuyaniyek nivîskî da

TEV-DEM’ê eşkere kir ku tevlîbûna hikumeta Iraqê li lihevkirinên bi PDK’ê û dewleta Tirk re nakevin xizmeta gelê Iraqê û bang li gelê Kurd kir ku bi hemû derfetên xwe ji bo parastina Şengalê seferber bibe.

Berfirehiya daxwuyaniya ku di rojnews de hatiye parve kirin wiha ye:

“Rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst di 3’yê Tebaxa 2014’an de êrişî Şengal û gelê wê kir. Bi êrişê re hêzên artêşa Iraq û pêşmergeyên PDK’ê revîn û dev ji erkên xwe yên exlaqî berdan û civaka êzidî ya Şengalê li hember alava terorê, qetilkirin û komkujiyê hişt. Ew yek jî ji rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst re bû piştevanî û piştgiriyek ku fermana 73’yan li dijî civaka Êzidî pêk bîne. Ev ferman jî di destpêka sedsala 21’an de weke karesateke mirovî bû. Rêxistina DAIŞ’ê bi wê êrişê re li dijî bi hezaran şêniyên êzidî komkujî, serjêkirin û qetilkirin pêk anî û bi hezaran jin firotin, ciwan û zarok revandin û heta roja îro çarenûsa wan ne diyar e, ev tevahî jî bi piştgiriya yekser ji dewleta Tirk a dagirker de bû, her wiha hikumetên Bexda û Hewlêrê bê deng bûn û tu helwest an jî daxuyaniyên şermezarkirinê nedan.

Civaka Êzidî ya Şengalê parastina nirx, çand û mîrasa xwe ya dîrokî kir, ciwanên wê di oxira parastina xwe ji vê terorê de canê xwe da, lê ne ji destwerdana mirovî û exlaqî ya YPG’ê ji Rojavayê Kurdistanê de bûya ku jiyana bi hezaran ji civaka êzidî rizgar kir, dê wê demê komkujiya sedsalê pêk bihata û gelek sûc li dijî mirovahiyê çêbibûna.

Civaka êzidî ya Şengalê li ber xwe da û teror têk bir û bi saya kedên şervanên YBŞ’ê, YBŞ-Jin û Hêzên Asayîşa Êzîdxanê Rêveberiya Xweser a Demokratîk ava kir. Civaka Êzidî bi hezaran şehîd di oxira parastina xwe û parastina Iraqê de da. Her wiha Êzidî xwe ji welatê Iraqê ku welatê derguşa şaristaniyên kevn û tevahî pêkhateyên Iraqê ye ku hiştiye Iraqa nûjen were avakirin dihesibîne û çi înkara van pêkhateyan tê wateya înkarkirina çanda welatê di navbera du çeman de. Xweşikbûna Iraqê bi xweşikbûna vîna Êzidiyan a azad ve girêdayî ye. Gelo çawa federaliya Iraqê hebûna Êzidî înkar dike û qebûl nake Êzidî nasnameya Iraqê hilgire, dergeh û deriyên bi ser Şengalê ve ji zêdetirî 3 mehan ve girtine. Ev yek jî tê wateya proveksyon û çandina fitneya taifî ku dibe li herêmên din wekî Bexdayê çêbibe.

Tevlêbûna Iraqê ya lihevkirinên bi Hewlêr û Enqereyê re yên li dijî nirxên civaka Êzidî ya Şengalê, nakevin xizmeta Iraq û gelê wê, lê belê destpêkê dikeve xizmeta sûdwarên sereke yên ku Şengal û şêniyên bê parastin li hember terora DAIŞ’ê hiştine û piştre dikeve xizmeta dewleta Tirk a dagirker a ku tevahî rêbazan bi kar tîne, da ku Şengalê ji êzidiyan vala bike û îslamên tundraw li şûna wan bi cih bike. Her wiha gelek êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî Şengalê bi armanca derbekirina vîna civaka Êzidî ye, di encama wan êrişan de jî bi dehan û sedan ji sivîlan şehîd bûn, mal û milkên şêniyan li pêş çavên cîhanê hatin wêrankirin.

Tevî ku civaka Êzidî di fermana 73’yan re derbas bû, radest nebû, lê belê êdî li gel wê felsefeya jiyana azad û hevbeş a ku xwe dispêre rêgez û exlaqê hate avakirin, da ku xwe bigihîne vîna azad. Ev yek jî çareya herî guncaw ji bo sînordarkirina ferman û qirkirinên li dijî civaka êzidî ye.

Em TEV-DEM’ê bang li gelê Kurd bi giştî, civaka êzidî bi taybet û tevahî rêxistinên civaka sivîl dikin ku bi tevahî derfetên xwe seferber bibin û bibin xwedî helwestên guncaw ji bo vîna civaka Êzidî ya Şengalê. Ji ber civaka êzidî ya Şengalê îro ji hêla kesên piştgirî dane rêxistina DAIŞ’ê ku komkujiyan li dijî şêniyên Şengalê pêk anîne ve, li beramber fermaneke nû ye. Îro jî li dora şêniyên Şengalê şovenîstên Baasî kom bûne, da ku vîna wan têk bibin û gelek komkujiyan pêk bînin û ev komkujî nakevin ximzeta kesekî.

Divê hikumeta Iraqê baş bizane ku berjewendiya gelê Iraqê bi hemû etnîkên xwe ji bo xizmeta Iraqê ye, ne ji bo xizmeta PDK’ê, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst e û çi biryareke çewt were dayîn, dê ji bo vejandina DAIŞ’ê li tevahî Iraqê bibe piştgiriyek.”

Show More
Back to top button