Bi demsala biharê re geştiyaran berê xwe dane seyrangeha Solax ya li Şengalê

Seyrangeha Solax ku di quntara çiyayê Şengalê de ye, pêşwazî li xelkê herêmê û geştiyarên Mûsilê dike. Ji ber aramiya li Şengalê û bi hatina biharê re serdanên bo seyrangehê her diçe zêde dibe.

Bi vegera gel re û aramiya li Şengalê serwer dibe re, seyrangehên Şengalê jî geş û xweş dibin. Îsal ku li gorî van salên dawiyê baraneke xweş li Şengalê barî, seyrangehan jî rengareng kiriye. Yek ji seyrangeha herî qelebalix a Şengalê Solaxe. Gundê Solax ku ji ber di quntara çiyayê Şengalê de ye û bi xwezaya xwe ya xweşîk û ava xwe ya zêde tê zanîn, di heman demê de wê kiriye seyrangeh jî.

Gundê di quntara çiyayên bilind û derdora wê de dol û gelî hene, gelek çavkaniyên avê jî têde hene û rûbarokên biçûk jî diherikin. Ji ber vê xwezaya xwe ya xweş timî bala xelkê herêmê kişandiye ser xwe.

Xelkê Êzidî yê Şengalê û Erebên Şengalê di werza bihar û havînê de ji bo derbaskirina demeke xweş bihevre, pîrobahiyên malbatî û geştê serdana Solaxê dikin.

Solax ku di heman demê de ser bi navenda Şengalê ye, dibe sedem ku xelkê Telaferê û yê Mûsilê jî ji bo geştê serdana wê bike. Lê ji ber niha remezane zêdetir di nava mehê de xelkê Êzidî serdana seyrangehê dike.

Welatiyê bi navê Semîr Feysel ê serdana Solaxê kiriye, diyar kir ne tenê xelkê Êzidî welatiyên Ereb jî serdana seyrangehê dikin û dazanîn, Solax hem biharê hem jî havînê gelek xweşe û bala geştiyarên herêmê û bi taybet jî niştecihên Şengalê dikişîne ser xwe.

Semîr Feysel dazanîn, kî bixwaze hinek bêhna xwe vede û hewayeke paqij bigire, berê xwe dide Solaxê û got: “Rewşa vir gelek başe û weke hun jî dibînin hejmareke zêde ya xelk serdana vir kiriye. Hêvî dikin herkes ji bo paqijgirtina vir hişyar nêz bibe û dema hatin li gel xwe kîsên çopê bînin.”

Show More
Back to top button