Xelkê Şengalê: Mala Barzanî rê li ber vegerê digire, pêwîste werin dadgehkirin

Gelê Şengalê piştgirî dide giliya Wezareta Koç û Koçberan a li dijî rayedarên PDK'ê û Mala Barzanî ku rê li ber Êzidiyan digirin û helwesta xwe wiha tînin ser ziman: "Mala Barzanî rê li ber vegera Êzidiyan digire û pêwîst e werin dadgehkirin. Herî zêde Êzidî pêwîst e tevlî vê dozê bibin û daxwaza mafê xwe bikin."

Di fermana 3.8.2014’an de bi sedhezaran Şengalî ji ber êrişên DAIŞ’ê neçar man û ketin ser rêya koçberiyê. Piştî ku Şengal hate rizgarkirin Meclîsa Avaker a Şengalê bang li gelê Şengalê kir ku vegerin ser cih û warê xwe. Di nava 10 salan de di encama kar û xebatên Rêveberiya Xweser a Şengalê bi sedhezaran Êzidî vegeriyan ser axa xwe, dest bi avakirina gund û malên xwe kirin.

PDK’ê li şûna ku rê li ber vegerê veke û piştgiriyê bide vegera xelkê, bi sedhezaran Êzidî li kampên Başûrê Kurdistanê wekî dîl û rehin di destê xwe de girt û heya niha jî hesabên xwe yên siyasî li ser wan dimeşîne. Ev siyaseta qirêj a PDK’ê herî dawî ji aliyê Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê ve jî bi fermî hate ragihandin. Wezîra Koç û Koçberan ya Iraqê Êvan Fayeq bi sedema ku rê li vegera Êzidiyan digirin, li Dadgeha Federal ya Iraqê li dijî Mesrûr Barzanî, Nêçîrvan Barzanî û Rêber Ehmed doz vekir.

Wezîra Koç û Koçberan ya Iraqê Êvan Fayeq bang li Dadgeha Federal kir ku pirsgirêka vegera xelkê Şengalê çareser bike. Her wiha Êvan Fayeq bi awayeke zelal destnîşan kir ku PDK rê li vegera penaberên di wargehan de digre. Tê payîn ku Dadgeha Federal ya Iraqê di 31’ê Adarê de kom bibe û giliyê Wezîra Koç û Koçberan a Iraqê binirxîne. Ev biryar û helwesta Wezareta Koç û Koçberan her çiqas dereng mabe jî, gelê Şengalê piştgirî dide vê biryara wezaretê û bang li Dadgeha Federal a Iraqê dike da ku biryarên pêwîst derbarê vê dozê de bigire.

‘Pêwîst e hemû Êzidî tevlî vê dozê bibin’

Endamê Meclîsa Gel a Borikê Heyder Yûsif derbarê giliyê ku li Dadgeha Federal a Iraqê hatî kirin wiha axivî: “Êzidî herî baş dizanin ka fermaneke çawa bi ser wan ve hatiye, ji aliyê ew kesên ku xwe li Şengalê dikirin xwedî zilm û zor li Êzidiyan hatiye kirin. Ev dadgeha ku hatiye vekirin herî zêde Êzidî pêwîst e tevlî bibin û daxwaza mafê xwe bikin. Dema Êzidî vegeriyan ser ax, ava xwe wê demê bersiva fermanan didin. Ji ber vê rê li ber Êzidiyan digirin ku venegerin ser cih û warê xwe.”

‘Emê doza xwe li ser wan bimeşînin’

Endama Meclîsa Gel a Borik Tewra Feqîr jî bibîrxist ku siyaseta PDK’ê û Mala Barzanî bûye sedema fermana giran a 2014’an û helwesta xwe wiha anî ser ziman: “Ji beriya niha jî Mala Barzanî ji me re xayîn e, tifaqa wan yek bû ku li ser Êzidiyan xayintiyê bikin. Niha nahêlin malbatên me yên li Başûrê Kurdistanê vegerin Şengalê. Her malekê vedigere Şengalê pirsgirêk çêdikin, rê li ber vegerê digirin. Lê ew her çi bikin jî wê Êzidî vegerin Şengalê. Şengal axa Êzidiyan e. Wekî gelê Şengalê emê doza xwe li ser wan bimeşînin. Li Mesrûr Barzanî, Nêçîrvan Barzanî û Rêber Ehmed gilî hatiye kirin, em jî doza xwe li ser wan dimeşînin.”

‘Pêwîst e Mala Barzanî were dadgehkirin’

Endamê Meclîsa Gel a Borikê Şervan Şengalî diyar kir ku di dîrokê de ti kesî bi qasî Mala Barzaniyan zilm û neheqiyê li Êzidiyan nekiriye û ji bo doza derbarê rayedarên PDK’ê de hatiye vekirin wiha axivî: “Pêwîste ew werin dadgehkirin. Gelê me yê li kampên Başûrê Kurdistanê ji ber zext û zora PDK’ê nikarin vegerin. Ji dîrokê heya roja me ya îro Mala Barzanî herdem zextê li netew û olan kiriye, li civaka Êzidî kiriye. Civaka Êzidî ev 10 sal in di kampan de ye, Mala Barzanî rê nade ku vegerin Şengalê. Em ji dewleta Iraqê re jî dibêjin, destekê bidin gelê me yê li kampan ku karibin vegerin ser ax û warê xwe. Rêveberiya Xweser a Şengalê jî çend caran bang kiriye ku gelê me yê li kampan vegere. Mala Barzanî niha jî li kampan hewl dide çand, bîr û baweriya me xira bike û civaka me bihelîne. Pêwîst e civaka me vê rastiyê jî bibine û vegere ser warê xwe.”

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button