Desteya Eşayîr: Ya ku Osmaniyan nekir PDK dike

Desteya Eşayîr a Şengalê daxuyand ku PDK a ku pêwist bû hesabê fermanê bide, îro destwerdanê li ola Êzidiyan dike û got, “Em dibêjin ku kiryarên PDK'ê ji yên Osmaniyan ne cudatir in.”

Desteya Eşayîr a Şengalê derbarê desteya bilind a ji aliyê PDK’ê ve hatiye avakirin daxuyanî da. Desteyê diyar kir ku ew destwerdanên PDK’ê yê di ola Êzdiyan de qebûl nakin û got, “Em dibêjin ku kiryarên PDK’ê ji yên Osmaniyan ne cudatir in. Çawa ku Osmaniyan bi darê zorê Êzidî ji cih û warên wan derxistin û me ji ola resen qutkirin îro jî PDK’ê bi siyaseta xwe dixwaze heman kiryaran pêk bîne.”

HEVDÎTINÊN PDK, BEXDA û ENQEREYÊ XETERE YE

Destyê destnîşan kir ku di vê dema dawî de PDK û dewleta Iraqê bi hevkariya dewleta Tirk a dagirker dixwaze gelek herêman dagir bikin û hat gorin ku wê Şengal jî para xwe jê bigire û wiha domand: “Em weke civaka Êzidî vê yekê li ser gelê xwe xeter dibînin. Em di vir de bang li dewleta Iraqê dikin ku rê nede vê dagirkeriyê û êrîşên li ser Şengalê jî ji ber çavan derbas bike.”

PDK DESTWERDANA OLA ÊZIDIYAN DIKE

Desteyê bal kişand ser lîstikên PDK’ê û ev tiş anî ziman: “PDK a ku pêwist bû hesabê fermanê bide, îro destwerdanê li ola Êzidiyan dike. Mîrek ji civaka Êzidî re destnîşan kirin û bi vê yekê xwestin detswerdanê di ola Êzdiyan de bikin. Danîna Mîr a ji aliyê PDK’ê ve gelek ne razîbûn bi xwe re anîn û bi vê yekê xwestin civaka Êzidî ji hev parçe bikin.
Di van rojên dawî de desteya bilind a girêdayî meclîsa Rûhanî di bin ala PDK’ê de kom bûn û meclîsa xwe dane avakirin. Di vê meclîsê de ew kesên ku girêdayî PDK’ê ne bûne endamên wê meclîsê û di avakirina vê meclîsê de careke din nerîna Êzidiyan nehate girtin û tenê kesên li gor berjewendiyên PDK’ê nebûne endamên wê Meclîsê. Di heman demê de nîvê wan endaman Leqa 14 a PDK’ê ne.

PDK HEWL DIDE CIVAKÊ BÎNE BERAMBERÎ HEV

Em weka desteya Eşayîr a Şengalê vê desteya ku ji aliyê PDK’ê ve hatî avakirin ji kok de red dikin û dibêjin ev yek ne li gor berjewendiyêm civaka Êzidî ye û ev yek wê parçebûna civakê hîn zêdetir bike. PDK’ê di nava Êzidiyên Başûr de bi xelkê Êzidî desteyan ava dike û bi rêya endamên xwe yên Şengalê jî li hember derdikeve. Bi vê yekê dixwaze civaka Êzidî bîne beramberî hev.”

‘EM HEWLDANÊN PDK’Ê RED DIKIN’

Niha PDK’ê dixwaze bi rêya endamên xwe yên Şengalê meclîsekê li hember meclîsa ku li Laleşê hatî avakirin derxe û ava bike. Em jî weke Desta Eşayîr a Şengalê hem Meclîsa ku li Laleşê û ya li mezargehan Şerfeddîn ku hewldanên avakirina wê tên kirin red dikin û ji binî qebûl nakin. Ev yek perçebûnê di nava civaka Êzidî û bi taybet jî ya Şengalê de çêdike.

VEGERA GEL JI HER TIŞTÎ GIRÎNGTIR E

Desteyê di dawiya daxuyaniyê de li ser rewşa penaberan jî rawestiya û wiha bi dawî kir: “Çi dema ku pêleka koçberan ji kampên Başûr yên dibin desthilatdariya PDK’ê vedigere Şengalê, desthilata Başûr dixwaze civakê bi karek wiha mijûl bike û li ber koçberan bibe asteng. Em weke Desteya Eşayîr a Şengalê ku ji hemû eşîrên Şengalê pêk tê bang li gelê xwe yên di kampên Başûrê Kurdistanê de dikin ku bi zûtirîn demê de vegerin ser cih û warên xwe. Her ku diçe kiryarên PDK’ê li hember ola Êzdiyan û civaka Êzidî zêdetir dibin. Em dibêjin rojek beriya din çêtir e.”

ANF-ŞENGAL

23 adarê 2024

Show More
Back to top button