Serokkomarê Iraqê bi şandek Şengalê re civiya 

Serokkomarê Iraqê Berhem Salih di civînek li gel şandeyek Şengalê de destdirêjiya li ser Şengalê bi tundî şermezarkir û ragihand: “Pêwîste êşên gelê Şengalê dawî lê were û penaber vegerin ser axa xwe.”

Ofîsa Ragihandina Serokkomarê Iraqê daxuyaniyekê belavkir û destnîşankir Berhem Salih bi amadebûna Serokê Parastina Nîştîmanî Hemîd El-Şatirî li koçka Selam a li paytext Bexda’yê pêşwazî li şandeyek ya xelkê Şengalê kir.

Li gorî Ofîsa Ragihandina Serokkomarê Iraqê ragihandî di civînê de Berhem Salih gotiye: “Xelkê Şengalê ji ber tundutijî û terorê gelek êşên mezin kêşane. Li gel van jî bi awayekî lehengî li beramberî van êş û astengiyên cur be cur sekinîne. Pêwîste dawî li êşên xelkê Şengalê were anîn û rewşa herêmê bigihe aramiya xwe ku penaberên herêmê li xaka xwe vegerin. Divê dawî li aloziyên li bajêr were anîn ku dibe sedema êriş li ser asayîş û aramiya Êzdîxanê tê kirin.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de hate gotin; “Serokkomarê Iraqê eşkerekir ku divê ji bo çareserkirin û dawî anîna pirsgirêkan pêngavek ji aliyê Hikumeta Federal û Hikumeta Herêma Kurdistanê ve bê avêtin. Pêwîste derbazkirina astengiyên siyasî û îdarî, ji bo tezmînata Êzidiyan û karkirina ji bo avakirina Şengal û rêxistinkirina bajêr, bi daxwaza xelkê Şengalê pêkwere.”

Hêjayî gotinê ye di 15’ê Hezîranê de dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bê mirov û bi çek êrişî Meclisa Gel a Sinunê ya Şengalê kiribû. Di bombebaranê de zarokekî 12 salî jiyana xwe ji dest da û 7 welatî jî birîndarbûn.

ROJNEWS-NAVENDA NUÇEYAN

Show More
Back to top button