YJŞ: Emê heya dawî Şengalê biparêzin

Fermandariya YJŞ’ê bi boneya salvegera rizgarkirina Şengalê daxuyaniyek weşand û hate gotin; “Hêzên berxwedêr a ku ji civaka Êzidî re pêşengtî kir, dan nîşandan ku civak bê parastin nabe. Civaka bê parastin di nav vê pergala deshilatdar de nikare jiyan bike. Em zarokên vê xaka pîroz Êzidxan wekî berê nînin. Li ser vî esasî me bi vîna xwe tercîha xwe ya azadî hilbijart û me dît ku ev rê jî tenê bi paradigmaya Rêber Apo, konfedaralîzma demokratîk û azadîxwaziya jin ve pêkane.”

Fermandariya Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) bi boneya salvegera rizgarkirina Şengalê daxuyaniyek belav kir.

Daxuyanî wiha ye:

Mirovahî bi pergala zilamê desthilatdar hatiye asta ku kesayetek weke Rêber Apo, 25 salan fizîkî dîl girtiye. Reber Apo di çayreka sedsala 21’an de ispat kir ku jin bi têkoşînek dijwar dikare jiyana bi rûmet bi dest bixe. Li gel vê jî bi vîn û hêza xwe ya xwezayî ya bi destê zilam hatiye perçiqandin, hêdî hêdî bi rêbaza helandinê, bi çewisandinê, nebe bi qetilkirinê xwest tine bike. Lê belê zilamê serdest bi hebûna Rêber Apo nikaribû xeyalên xwe pêk bînın, hêz û vîna jin bişkene û tine bike.

Em jî wekî YJŞ’ê bi fikirê Rêber APO bawer dikin û destê ku ji bo rizgariya me dirêj kir, bi heskirinek bê hempa me girt. Ji ber ku civaka Êzidî, di serî de jinên Êzidî hertim bune hedefa êrîşên destsilahtariya zilam ango dewletan. Ji qirkirina siyasî, çandî, fizîkî bi her awayî derbas buye. Lê fedaiyên Rêber APO wekî 12 siwariyan ji bo parastina gelê Êzidî, parastina çanda Êzidayetî, parastina dîrok û pêşeroja civaka Êzidî hatin û xwe gihandin me. Bedelên pir giranbûha jî dan û serkeftina warê me Şengal teslîmî me kirin û çûn. Ev çawa pêşket? bi fikir, raman, welatparêzî, têkoşîn, zanist û berxwedana Rêber Apo pêşket. Em wekî YJŞ’ê Rêber Apo wekî Rêberê xwe dibînin, ji bo fikir û felsefeya wî jiyanî bikin têkoşîn dikin, berxwe bidin heta sekeftina jin û jiyana azad. Jinên ku xwedî koka xwe derdikevin bawerî didin hêza jin, azadiya jin û civakê em wan silav dikin. Her wiha Rêber Apo bi hezkirin û hurmetek bê hempa silav dikin. Em dibêjin em ê jiyana bi rûmet bi Rêberê xwe re pêşwazî bikin. Dîsa bi destê hêzên desthilatdar a ku parastina pergala zilamsalarî dikin diparêzin û nahêlin jiyana mirovahî bi rûmet û azad bê jiyan kirin. Bi destê dewleta Tirk Rêber Apo di bin tecrîtekî girankirî de dîl hatiye girtin. Em wekî YJŞ’ê bi tundî tecrîta li ser Rêber Apo şermezar dikin û dibêjin bi Rêber Apo re heya dawî Şengalekî rizgar û azad de jiyan bikin.

Şehidên şoreşê bûn bingeha jiyana azad. Naskirina azadî, bû sedema vîna jina azad, her wiha bû ronahiya li beramberî tarîtiya zilamê desthilatdar. Em xistin ser riya rast û bi rûmet, riya rast nîşanî me kirin. Em şehîdên xwe yê bi fikir û ramana Rêber Apo de dil û mejiyê xwe safî kirin bi rûmet û rêzdarî bibîr tînîn. Em wek jinên Êzidî di vê rêyê de bi vîn û felsefeya Rêber Apo bibin şopdarên wan. Her wiha jin, ciwan, zarok, kal û bi sedhezaran mirovên bê guneh ên bûn şehîdên fermana 74’an bi bîr tînîn. Di vê oxirê de hevalên ku şehîd bûne di şexsê Şehîd Denîz, Bêrîvan Seîd, Rusyar, Bêrîvan Arîn, Nujiyan, Gulçîn, Nûjîn û Şîlanan de, dîsa piştî rizgariya Şengalê hevalên bi jin re dil dane azadiyê û hevaltî kire di şexsê Şehîd Zerdeşt, Seîd, Dijwar, Azad, Pîr Çeko û Dîndaran de bi rêzdarî bi bîr tînîn û dibêjin emê heya dawî bi wera hevaltî bikin û xeyalên we yê jiyana azad, bi sonda tolhildana ve pêk bînin.

Li ser şerê qirkirinê Ezidiyên Şengalê 9 sal derbas bu, beramberî vî qirkirinê hêza HPG- YJA STAR- YPG- YPJ  tekoşîn û berxwedanekî bê hempa meşandin û berdêlên giran buhadan hatin dayîn. Li gorî tê zanîn 450 şehît dan. Ew bun pêşêngên me yê heta heta. Wek hêza YJŞ’ê emê şopdarê şehîdan bin û xeyalê wan pêk bînin.

Di 3’yê Tebaxa 2014’an de di bin navê DAIŞ’ê de dewletên deshilatdar êrîşê xaka pîroz Şingalê kirin. Tiştê DAIŞ kir asîmîlasyon, qirkirina fîzîkî û çandî bû. Pergala serî jêkirin, zindî zîndî şewitandin, tecavuz û jin xanîmet kirin, firotin bû. Bi kurtasî koletî, jiyanekî ketî bu. Jin û keçên Êzidî xistin halê ku hêjî nikarin werin ser xwe. Beramberî îşkence, tacîz, tecavuz, bi zorî ol guhertin, êrîşê manewiyata me kirin, bi jinê xwestin kokê hilweşînin. Jinên Êzidî dema nexwastin teslîmê wan bibin rumetê xwe biparêzin xwe ji latan avetin, xwe kuştin, bi desteê xwe dawî jiyana xwe anîn. Heya dawî berxwedan. Civaka Êzidî vê rastiyê dît. DAIŞ artêşa dewletên desdilatdar bû. Dewleta Tirk avabuyîna DAIŞ’ê de rolê bav leyîst. Heya roja meya îro ev erkê xwe bê qusur ber çavê giştî cîhanê dileyîze. Rastiya giştî dewletan di şerê DAIŞ’ê de derket holê. Îro me artêşa xwe a parastinê YJŞ’ê avakiriye. YJŞ di nav şerekî dijwar de, di nav xwînê de xwe afirand. Armanca me wek YJŞ’ê emê bi hêza xwe, bi cewhera xwe xwedî li koka xwe derkevin. Bi vîn bibin û xwe biparêzin. Em bi saya fikir û felsefeyekî xurt ku Rêber APO avakiriye heta roja me ya îro hatin. Em bi şehîdên xwe yê bi rumet heya îro meşiyan. Berî vî em bê parastin bun, çarenusa me destê me de nebu. Ji ber vê mene dikarî çarenusa xwe diyar bikin. Bi şer xwestin me ji cewherê me qut bikin. Lê belê hêzên desilahtar bîr kiribu ku Êzidayetî berxwedêrî ye. Ji dîrokê heya roja me ya îro bi berxwedanî, bi ked em meşiyan, ev dîrok bi xwînê hat nîvîsandin. Bi vê hêzê me Şengal rizgar kir û heya niha em diparêzin. Şengal bi saya felsefeya Rêber Apo û cangoriyan ve rizgar bû, me ev rizgarî pêşxist û zivirand vîn, tekoşîn, berxwedan, rêxistinbuyînê. Di dîroka 13.11.2015 rizgarkirina Şengalê şundetir gelê Êzidî ne jî civakê Şengalê wek berê nînin. Êdî artêşekî wî, hêza parasina Şengalê YJŞ’ê û YBŞ’ê heye. Civaka Êzidî xweşikiya jiyana wekhev û azad dît û jiyanî kir. Ji ber vê çi dibe bila bibe dest ji jiyana azad bernade. Ji bo jiyana azad, jina azad heya dawî berxwe bide. Di Şengala rizgarkirî de civaka Êzidî bi hêza xwe ya parastin YJŞ’ê û YBŞ’e ve xwedî koka xwe derdikeve, ji ax û welatê xwe dernakeve, diparêze, têde bi têkoşîn û berxwedanekî mezin, jiyanekî bi rumet jiyan dike.

Piştî şerê DAIŞ’ê şundetir civaka Êzidî a welatparêz, berxwedêr xwedî axa xwe derketin ji nuve bi pêşengtiya hêzên Apoyî li ser linga ma, xwe zana kir, bi vê zanistê xwe û hêza xwe naskir. Hêzên berxwedêr a ku civaka Êzidî re pêşengtî kir, dan nîşandan ku civak bê parastin nabe. Civaka bê parastin di nav vê pergala deshilatdar de nikare jiyan bike. Li ser vî esasî hêza xwe a parastinê avakir, ji bo ewlehî, perwerde, tendûristî, her wiha îdarî, sazî û dezgeha xwe avakir. Xweseriya xwe îlan kir. Em zarokên vê xaka pîroz Êzidxan wekî berê nînin. Li ser vî esasî me, bi vîna xwe tercîha xwe ya azadî hilbijart û me dît ku ev rê jî tenê bi paradigmaya Rêber Apo, konfedaralîzma demokratîk û azadîxwaziya jin ve pêk were.

Em wekî YJŞ’ê fermana 74’an ji bîr nakin. Salvegera 9’emîn a rizgariya Şengalê pîroz dikin û emê heya dawî jî rizgariya Şengal biparêzin. Tolrakirina YJŞ’ê wê bibe azadiya Rêber Apo û Şengalekî rizgar. Bi vê bîr û bawerî giştî jinên ku li ser esasê azadiyê xwe feda kirine, dîsa jinên ku di rêya azadî de dimeşin hemuya silav dikin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

Show More
Back to top button