Ji Mezargeha Şerefedîn banga xwedî derketina li Şengalê hate kirin

Bi armanca pîrozkirina Cejna Cimaya Şerefedîn bi hezaran kesî serdana mezargehê kirin, cejin pîroz kirin û meraîmên olî hatin lidarxistin. Herwiha xelk beşdarî pîrozbahiyên cejnê bûne bang li civaka Êzidî kirin ku terka axa xwe nekin û li Şengalê vegerin.

Salane di meha Tebaxê de li Çiyayê Şengalê Cejna Cimaya Şerefedîn tê pîrozkirin. Ev cejin du rojan dewam dike. Bi armanca pîrozbahiya cejnê ji Başûrê Kurdistanê, Deşta Nînovayê, dervey welat û Şengalê bihezaran kes Mezargeha Şerefedîn ziyaret kirin û merasîmên olî hatin lidarxistin. Periya Qubê ku salane te nûkirin îsal jî li ber dengê def û şebêba perî hate siwarkirin.

Welatiyên ku beşdarî pirozbahiya cejnê bûn ji ajansa me re axivîn. Welatiyan, ji bo ku ciwanên Êzidî berê xwe bidin Şengalê, li axa xwe xwedî derkevin û herwiha neçin derveyî welat bang kirin.

Welatiyê binavê Hecî Behrî di serî de Cejna Cimaya Şerefedîn li tevahiya civaka Êzidî pîroz kir û got; “ Her kes dibîne ku rewşa Şengalê pir ewleye û ev der cihê me ye. Heta ku xelkê me di nava kampa de be, nikarin bêjin kamp cihê me ye. Çiyayê Şengalê nasnameya me ye û pêwîste em li vê nasnameya xwe xwedî derkevîn. Ez bang li ciwanên Êzidî dikim ku bila neçin derveyî welat. Ya ku ji her tiştî zehmetir dûrketina ji axê ye. Eger em ji axa xwe dûr bikevin, em bê nasname dimînîn.”

Welatiyê binavê Îskan Helêqî jî got: “Pêwîste di vê rojê de em bi cilûbergên xwe yên gelêrî beşdariya xwe ji van rojên taybet û pîroz re çêbikin. Em ji her kesekî re bidin diyarkirin ku emê ol û çanda xwe biparêzin û li axa xwe xwedî derkevin. Me îro dît ku xelkê me yên ku berê xwe dabûn welatê xeribiyê, beşdarî merasîmên pîrozkirinê yên vê cejnê bûn, digiriyan. Ev gelek zehmete ku gelê me xwe bi xwe ji axa xwe dûr bikeve. Em wek civaka Êzidî ne neçarin ku terka axa xwe bikin. Emê heta dawiyê li ser axa xwe bin û bi hezaran kes hene ji bo me xwe bikin feda û me ji fermana biparêzin. Dive em bi xwedî derketina li vê axa pîroz, bersivê bidin dijminên xwe.”

ROJNEWS – ŞENGAL

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Show More
Back to top button