Ji Mihemedê Ebdo heta Seîd Hesen, berxwedana Çiyayê Şengalê

Di 1892’an de Mihemedê Ebdo û rûspiyên Êzidî li dijî fermana Ferîq Paşa di bin Dara Zivingê de biryara berxwedanê dan û Osmanî şkandin. Di fermana 2014’an de, di bin Darê Qewalê de fermandarên mezin Dilşêr Herekol, Egîd Civyan û Seîd Hesen biryara berxwedanê dan û dewleta Tirk şkandin.

Civaka Êzidî di dîrokê de bi gelek fermanan re rû bi rû maye ku piraniya wan ji destê Osmaniyan pêk hatine. Ji ber wê Êzidî jî hertim di nava berxwedaniyê de bûne û hewl dane nasname û baweriya xwe biparêzin. Yek ji malbatên ku pêşengtî ji parastina Êzidiyan re kiriye jî malbata Fermandarê YBŞ’ê Seîd Hesen e.

Fermandarê YBŞ’ê Seîd Hesen ku di 16’ê Tebaxa 2021’an de di êrişa balafirên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû, di malbateke berxwedêr a li dijî dagirkeriyê mezin dibe. Kalê wî Mihemedê Ebdo li hemberî Ferîq Paşayê Osmaniyan xaka Êzidxanê parastiye. Keça wî Bêrîvan Şengalî di refên têkoşîna azadiya Kurdistanê de şehîd bûye. Wî bi xwe jî dijî fermanan ji şer heta qada siyaset û dîplomasiyê pêşengtiya têkoşîna azadiya Êzidxanê kir.

Seîd Hesen û berxwedana Mihemedê Ebdo

Di 1892’an de, Osmanî biryara qirkirina Êzdiyan didin. Ji bo fermana ser Êzidiyan Emer Wehbî Paşa tê erkdarkirin ku jê re digotin Ferîq Paşa. Di vê fermanê de ku piraniya Êzidiyan li Çiyayê Şengalê bûn, bi hejmareke mezin a leşkeran Çiyayê Şengalê dorpêç dikin. Hedef ew e ku Êzidî bê av û xwarin bimînin û ji neçarî teslîm bibin.  Li Çiyayê Şengalê her kevir û darek cihê berxwedanê ye û ji ber wê pîroz e. Yek ji cihên ku Êzidî ji xwe re pîroz dibînin Dara Zivingê ye ku dikeve Deşta Warê Xidirê. Dara Zivingê li jora Geliyê Kersê dareke gelek mezin e, dema Ferîq Paşa fermana Êzidiyan radike, bi pêşengiya Mihemedê Ebdo, pêşengên civaka Êzidî yên weke Sivokê Meto, Milhimê Elî Axa, Hemo Şero û Mehmûdê Osê li bin darê li hev kom dibin, şêwira xwe dikin û biryara berxwedanê didin. Di civînê de biryar tê dayîn ku ji sê milan ve êrişî ser dijmin bikin. Mihemedê Ebdo û Êzidiyên pê re radibin û berê xwe didin gundê Ûsiva. Li vir Mihemedê Ebdo serê xwe li rêya Tawisê Melek dide û êriş dibe ser baregeh û topxaneya Osmaniyan a li ser girê (Girê Ereba) raserî gund. Jina Êzidî ya leheng Zerîfa Osê jî ji bo vê êrişê hem hêzê dide Mihemedê Ebdo hem jî bi xwe li gel wî tevlî êrişê dibe. Di encamê de topxaneyê belav dikin û ev dibe sedem ku artêşa Osmaniyan têk biçe û bi vî rengî rê li ber qirkirina Êzidiyan digirin.

Dara Zivingê û Darê Qewala

Ev berxwedana li dijî fermana Osmaniyan di roja me de jî berdewam e. Neviyê Osmaniyan Erdogan fermanên nû li ser Êzidiyan radike, neviyên Mihemedê Ebdo û Zerîfeya Oso jî berxwedana xwe berdewam dikin. Çawa ku Mihemedê Ebdo pêşengî ji berxwedaniya li dijî Ferîq Paşa re kir, dema çeteyên DAÎŞ’ê êrişî Şengalê kirin, Seîd Hesen jî pêşengî ji berxwedana li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê re dike. Çawa ku di sala 1892’an de biryara berxwedanê di bin Dara Zivingê de didin vê care jî Seîd Hesen bi fermandarên pêşeng Egîd Civiyan û Dilşêr Herekol re di bin Dara Qewala li Serdeşta Çiyayê Şengalê kom dibin. Dîsa biryar didin ku ewê teslîm nebin û her liberxwe bidin.

Fermandar Seîd Hesen ji bo parastin û jiyana azad a civaka Êzidî şev û roj di nav kar û têkoşînê de bû. Seîd Hesen dema pêwîst bû ji bo berxwedanê dibe fermandarê civaka xwe, dema pêwîst bû di qada dîplomasiyê de dibe zimanê civaka xwe, dema pêwîst bû jî di avakirina pergala xweseriyê de dibe pêşengê civaka xwe.

Seîd Hesen fikrê Rêber Ocalan nas dike

Seîd Hesen di sala 1970’an de li Şengalê ji dayik dibe. Zarokatiya xwe li Şengala pîroz derbas dike. Piştî mezin dibe wek tevahiya civaka Êzidî, herî zêde bi karê çandiniyê re mijûl dibe. Piştî hilweşandina rejîma Sedam Hisên ya sala 2003’yan, Tevgera Azadiya Kurdistanê nas dike û hewl dide ku fikrên Apoyî li Şengalê belav bike. Di nava 2 salan de gelek hewl dide ku Êzidiyan birêxistin bike û li gel komek hevalên xwe di 20’ê Nîsana 2004’an de Tevgera Êzidiyan a Demokratîk (TEVDA) ava dikin û di sala 2005’an de dibe Serokê TEVDA’yê.

Li ser bang û hişyariyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ên beriya komkujiya Til Izêr û Sîbayê ya 2007’an, gelek hewldan çêdibin ji bo ku rê li ber qirkirina Êzidiyan bigirin. Lê ev hewldan ji ber zextên PDK’ê bê encam dibin û di êrişa li ser Til Izêr û Sîbayê de zêdetir ji hezar kesî dibin qurbanî. Piştî teqînên li Til Izêr û Sîba Şêx Xidirê, li ser Êzidiyan metirsî zêde dibin. Êdî xeteriya fermaneke nû li ser Êzidiyan bû. Beriya DAIŞ êrişê Şengalê bike, komek ji ciwanên Êzidî ji bo parastina cewherî perwerde dikin. Hîna ku perwerdehî bi encam nebûye, êrişa çeteyên DAIŞ’ê li ser Şengalê destpê dike.

Pêşwazî li 12 siwarên hemdem dike

Dema ku 12 gerîlayên PKK’ê xwe digihînin Çiyayê Şengalê, Seîd Hesen pêşwaziya gerîlayan dike, Şengalê bi wan dide naskirin, tevî hemû malbata xwe li kêleka gerîla bi erka parastinê radibin.

Ji bo Êzidî bibin xwedî hêz, bi pêşengiya Seîd Hesen di rojên fermanê de ciwanên Êzidî li hev kom dikin û Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) ava dikin. YBŞ di parastina Êzidiyan û rizgarkirina herêmê de rolekî sereke dilîze û dibe hêza mayînde ya parastina Êzidiyan.

Ji parastinê heta xwerêvebirinê hemû xebatan dimeşîne 

Seîd Hesen di hemû aliyan de fermandarî û pêşengtî ji Êzidiyan re dike. Li kêleka hêzên leşkerî, ew di avakirin û rêxistinkirina civaka Êzidî de dibe xwedî kedeke mezin. Piştî rizgarkirina Şengalê, ji bo ku Rêveberiya Xweser a Şengalê tevî hêzên xwe yên parastinê li Iraqê fermî bibe, dest bi karê diplomasiyê dike. Di encama van hewldanan de YBŞ wek tugayek (Foca 80) ser bi Desteya Heşdî Şehbî ve, tê fermîkirin û Seîd Hesen di Iraqê de bi awayek fermî dibe berpirsê Tugaya 80 a Heşdî Şehbî ya li Şengalê.

Xiyanet jî berxwedan jî berdewam dike

Seîd Hesen, di 16’ê Tebaxa 2021’an de tevî şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Şengalê diçe hevdîtina li gel Serokwezîrê wê demê yê Iraqê Mustefa Kazimî. Dema diçû cihê hevdîtinê, balefirên dewleta Tirk a dagirker li Suka Kevin a Şengalê wesayîta wî bombebaran kirin. Di encama êrişê de Seîd Hesen û şervanê YBŞ’ê Îsa Xwedêda şehîd dikevin. Ev êrişa li ser Fermandarê YBŞ’ê Seîd Hesen wê peyamê dide me ku Dewleta Tirk a dagirker li ser şopa Osmaniyan e û dijminatiya wê ya li dijî Êzidiyên hîna berdewam e. Lê her wiha li dijî neviyê Osmaniyan Erdogan û hevkarê wî PDK’ê, berxwedana pîroz a Şengalê jî berdewam e.

ÎBRAHÎM ÊZIDÎ- ROJNEWS

 

Show More
Back to top button