Bi îlankirina Yekîtiya Jinên Ciwan a Şengalê kongre bidawî bû 

Kongreya Yekem a Jinên Ciwanên Êzidî bi çoşek mezin bi dawî bu. Jinên Ciwanên Êzidî bi boneya 26. salvegera şehadeta Zeynep Kinaci (Zîlan) bi erêkirina piraniya dengan, navê xwe wek Yekîtiya Jinên Ciwan a Şengalê guherî. Bi xwendina sistema hundirin re biryarên girîng hatin girtin.

Di salvegera şahadeta Ş.Zîlan û bi boneya nêz bûna salvegera fermana 3’ê Tebaxa 2014’an de Jinên Ciwanên Şengalê di Kongre xwe ya yekem de bi armanca ku bi rexistinbûn û bi hêza jin dawiya fermana bînin Kongreya xwe lidardixin. Îro di saetên serê sibehê de Kongreya yekem a Jinên Ciwanên Êzidî li navenda Şengalê avahiya Meclisa Gel despêkir. Di kongreyê de peyamên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, peyama jinên ciwan a Ermenîstan, Rojava, Bakurê Kurdistan hatin xwendin. Kongre piştî girtina biryaran û hilbijartinê bi dawî bû.

Piştî nirxandina rewşa siyasî xilas bû nirxandina rewşa rêxistinî hate kirin û hate gotin: “Li beranberî pirsgirêkan em wekî jinên ciwan çiqas xwe perwerde bikin emê ewqas civak bi hêz bikin. Ji ber ku jinên ciwan pêşenga civakê ne. Erka ku dikeve ser milê me ewe ku em pêwîste xwe li hember tevahî jinan berpirsyar bibînin. Em pêwiste ji bo pêşxistin û bi rexistinkirina jinên ciwan xwe hîn zêde perwerde bikin. Armanca kombûna kongre ewe ku em rexistinbuna xwe bi hêztir bikin. Bi vê avawayî emê ji fermanan ra bibin bersiv. Jin xwedi li xwe dernekeve kes xwedî li jinê dernakeve.”

Pîştî nirxandina rewşa rêxistinî peyama pîrozkirina mecilsa şehîd Axîn Mahîr Dîcle ya Jinên Ciwanên Mexmurê hate xwendin. Peyam bi vê rengî bû: “Em wekî Jinên ciwanên Mexmurê Kongreya yekemîn a jinên ciwanên Şengalê silav dikin. Em di seri de Kongreyê bi rihê pêvajoyê, ji Zap heya Avşîn û berxwedana dîrokî ya Rêber Apo pîroz dikin. Ji bo me lidarxistina Kongreyekî bi vÎ rengî ji dijmin re bersivekî herî xurte. Bi tekoşîna jinê emê dawiya fermana 74’an bînin.”

Di derbarê xebat û girîngiya xebatên jinên ciwan de sînevizyon hate temaşe kirin.

‘Di pêşengtiya jinên ciwan de dijmin vala derbikeve’

Piştî sînevizyonê peyamên ji Rusya, Bakûrê Kurdistanê, Başûrê Kurdistanê, Rojavayê Kurdistanê, Elmanya û Ermenîstanê hatin xwendin. Di peyaman de Kongreya yekem a Jinên Ciwanên Êzidî pîroz kirin û gotin jinên ciwan bi fikrê Rêber Apo xwe bi rêxistin dikin û tekoşîna xwe didomin. Jinên ciwan ji bo azadiya Rêber Apo û ji bo azadiya jinê pêşengti bikin. Em ji civaka Êzidî bawerin, di pêşengtiya jinên ciwanan de êrîşên dijmin vala were derxistin.

Peyama Komela Jinên Ciwan hate xwendin. Di peyama Komela Jinên Ciwan de jî hat gotin: “Em Kongreya yekem a jinên ciwan pîroz dikin. Em di vê baweriya de ne îsal bibe sala serkeftinê. Fermanan bîr kirin dijmin jîbîr kirine, xiyanetê ji bîr kirine. Dijminê xwe ji bîr kirin tê wateya xwe ji bîr kirine. Di dîrokê de bi hezaran jinên berxwedêr derketin û şehîd ketin. Pêwiste bi berxwedanê em xwedî şehîdên xwe derkevin. Dijmin pêwiste ji hêza me bitirse. Buyina rexistin û rexistina xwe mezin kirin xebatek pir girînge. Ancak bi rexistinkirinê û bi perwerdehî em dikarin pêşiya fermanan bigrin. Di şerê gelê şoreşgerî de erka herî girîng li ser ciwanan dimîne.

Jinên ciwanên Êzidî di rêxistinbûna xwe de pîvanên azadiya jinê ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyarî jin kiriye ‘welatparezî, rêxistinbûn, fikir û îradeya azad, tekoşîn, etîk û estetîk’ esas digre û li ser van pîvana xwe perwerde dike û kesayeta xwe ava dike.”

Sîstema Yekîtiya Jinên Ciwanên Şengalê ji komîn, meclîs û komîteyên weke, parastina ceweherî, perwerde, aborî, spor,tendirustî, çand û huner, raghandin û xwendevanan pêk tê.

Di dawiyê de sîstema hûndirîn hate xwendin. Sîstema hûndirîn wiha ye:

Esasên Rêxistinê:

  • Li ser nêrîna azadîxwaziya xwe bi rêxistin dike û ji bo avakirina civakek axlaqî û polîtîk tekoşîn dide meşandin.
  • Yekîtiya Jinên Ciwan ya Şengalê sîstema xwe li ser komîn, meclîs, akademî, koperatîf, xwe parastin hwd ava dike. Heman demê ev sazî bi nêrînên hevbeş kar di meşînin.
  • YJŞ wek hêza xwe ya parastinê qebûl dike, avakirin û pêşxistina vê hêzê xwe di asta yekem de berpirsyar dibîne û heya dawiyê li ser mêzekirina wê kar dike.
  • Jinên Ciwan bi pêkhate û endamên xwe, di her karî de tevlîbûna nerîna azad, demokratîk esas digre.
  • Ji bo çareserkirina pirskirekên jinên ciwan û heman demê rêxistinkirina xwe gihandina hemû jinên ciwan û li gorî vê yekê xebatan pêşxistinê hedef digre.

Piştî xwendina sîstema hundirîn ala Yekîtiya Jinên Ciwan a Şengalê hat hilbijartin.

Piştî xwendina sîstema hundirîn û erê kirina wê ji aliyê piraniya delegeyan ve hate qebul kirin. Hala Xidir, Sara Botan, Felek Elî wek Koordînasyona Yekîtiya Jinên Ciwan hatin hilbijartin.

Kongre bi dirûşmên “Jin jiyan azadî”, “Bê Serok jiyan nabe” û gerandina govendê hate bi dawî kirin.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button