Ciwanê Êzidî ji bo bîranîna şehîdan dimeşe

Ciwanê Êzidî Waet îbrahîm Hecî ê ji komalgeha Sîba Şêx Xidir, ji bo bîranîna şehîdan dest bi meşa dirêj kiriye. Waet da diyakirin ku ên Êzidiyan ji qirkirinê rizgarkirin, şehîd bûn, lewma wî dest bi çalakiyek wiha kiriye.

Di 15’ê Tebaxa 2018’an de Endamê Kordînasyona Civaka Êzidî Îsmaîl Ozden ê bi navê Mam Zekî Şengalî dema ji salvegera bîranîna qurbaniyên komkujiya gundê Koço vedigeriya, seat derdora 16.00’an bi êrişek hewayî ya dagirkeran di encama suîkastê de jiyana xwe ji dest da û gihişte asta şehadetê. Di 16’ê Tebaxa 2021’an de jî fermandarê YBŞ’ê Seîd Hesen di êrişa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû, herweiha 17’ê Tebaxa heman salê jî dewleta dgirker nexweşxaneya Sikêniyê bombebaran kir û di encamê de 8 kes şehîd bûn.

Ji bo bîranîna cangoriyên Şengal û Êzdîxanê gelek çalakiyên curbicur tên lidarxistin. Bi heman armancê ciwanê Êzidî yê bi navê Waet Îbrahîm ê ji komelgeha Sîba Şêx Xidir, dest bi meşa dirêj kiriye.

Waet duh di saet 04:00’ê de ber bi baxçeyê Mam Zekî ê li geliyê Şilo ku Mam Zekî lê hatibû hedefgrtin meşiya. Her wiha di rêya gundê Barê re ber bi  Xanesorê bi rêket  û piştre jî wê serdana goristana Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan a li serê Çiyayê Şengalê bike.

Meşa Waet li Sûka kevin a Şengalê ku fermandarê YBŞ’ê Seîd Hesen di 16’ê Tebaxa 2021’ê de lê şehîd ketibû dewam dike. Çalakiya Waet li Naxweşxaneya Sikêniyê bi dawî dibe.

Waet derbarê meşa xwe de got; “Ezê berê xwe bidim goristanên şehîdan û wana bi bîrbînim. Ji ber ku wan şehîdan ji bo me kedek mezin dane, taybet jî Mam Zekî. Ji ber ku bi saya van şehîdan em hene û ên ku di ber vê axê de canê xwe dan, ev şehîd bûn.”

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button