Siyaseta PDK’ê dişike, Xweseriya Şengalê rojeva Iraqê ye

9’emîn salvegera fermana 3’yê Tebaxa 2014’an îsbat kir ku siyaseta PDK’ê û hêzên navneteweyî ya li Şengalê şikestiye. Vegera gel û xebatên tifaqê merheleyeke nû daye destpêkirin û di sêgoşeya Şengal-Mûsil û Bexdayê de rojev xweseriya Şengalê ye.

9’emîn salvegera fermana 3’yê Tebaxa 2014’an, îsal rojeveke xurt û berfireh li Şengal, Kurdistanê û cîhanê ava kir. Îsal, sedema esasî ku fermana li ser Êzidiyan rojeveke xurt ava kir ne ji ber derd, kul û janên civaka Êzidî, ne ji ber çîrokên fermanê bû. Îsal civaka Êzidî bi hevkariya gelên Şengalê û pêkhateyên Deşta Nînowayê bi daxwazên zelal ên siyasî û civakî salvegera fermanê pêşwazî kirin. Hêza siyasî, civakî û çandî ya civaka Êzidî îsal ji her demê zêdetir xuya û nişan bû. Ji xwe beriya salvegera fermanê bi hezaran malbat dest ji kampên Başûrê Kurdistanê berdabûn û berê xwe dabûn axa pîroz, vê vegerê hêz û coşeke mezin da civaka Êzidî. Ya din, beriya salvegera fermanê bi demekê, hêzên siyasî û pêkhateyên Şengalê tifaqa xwe ragihandibûn. Ev tifaq û yekîtî jî hêvî û baweriya civaka Êzidî ya ji bo bidestxistina mafên xwe yên destûrî xurt kir.

Şengal, bi van du rojevên erênî û girîng ber bi salvegera fermanê ve hat. Ev rewş bandor li ser berfirehî, rengînî û beşdariya çalakiyên bîranîna fermanê jî kir. Civaka Êzidî û gelên Şengalê îsal ji her salê zêdetir beşdarî çalakiyan bûn. Her wiha, li derveyî plansaziya Rêveberiya Xweser a Şengalê, jin û ciwanên Êzidî li tax û kolanên xwe ji bo bîranîna şehîdên fermanê çalakiyên jixweber pêşxistin. Weke nimûne, di destpêka roja fermanê de li hemû gund û komelgehên Şengalê, gel derket kolanan, nan û av li her kesî belav kirin.

Hişmendî û nêrîneke nû pêşdikeve

Bi cewherî, bîranîna salvegera fermanê ji bo Şengalê êdî ne tenê bîranîna êş û birînan e. Ev roj her ku diçe hişmendî û nêrîneke nû di civaka Êzidî de pêş dixe. Civaka Êzidî êdî di ferqa sedemên fermanê û wateya hebûna xwe de ye. Ya girîngtir, êdî hesabê fermanê dixwaze û ji bo hebûna xwe biparêze daxwazên xwe yên siyasî, civakî û çandî radigihîne hemû cîhanê. Ev hêz û hişmendiyeke nû ye ji bo civaka Êzidî ku encama berxwedana bênavber a 9 salan e.

Nîşaneya herî xurt a vê rewşa nû ya civaka Êzidî, konferans û komxebatên ku hatine lidarxistin e. Di salvegera fermanê de li Şengalê di pêşengiya Koordînasyona Hêz û Pêkhateyên Şengalê ve komxebateke girîng hate lidarxistin ku dirûşmeya wê ‘’Yekîtiya me hêza li dijî zilmê ye’’ bû. Hemû hêz û aliyên vê tifaqê beşdarî vê komxebatê bûn lê ya balkêş, ji Deşta Nînowayê jî cara yekem e di vê astê de beşdarî li komxebatek dibe. Nûnerê Parêzgarê Mûsilê Enwer Elî Gepo, Berpirsê Malbenda YNK’ê ya Mûsilê Kak Aras, Fermandarê Operasyonên Rojavayê Nînovayê, Berpirsê Operasyonên Nînowayê, rayedarên Emnil- Wetenî jî di nav de bi dehan rayedarên siyasî û leşkeri ya Deşta Nînovayê jî beşdarî komxebatê bûn.

Deşta Nînowayê li Şengalê kom bû

Dibe ku hêzên siyasî û leşkeri yên Iraqî ji bo rewşa Şengalê ji nêzîk ve bişopînin û ji bo xwe nêzîkî civaka Êzidî bikin beşdarî vê komxebatê bûn. Lê ya girîng ew e ku, hêza tifaqê ya Şengalê karî van rayedarên payebilind a Mûsilê li Şengalê kom bike. Ev hêzeke nû ya siyasî û civakî ye û li ser navê tifaqê Şêx Dawid cindî ev peyam da wan: “Me xwest em dengê Şengalê û Deşta Nînowayê bikin yek. Em weke Heyeta Tensiqî ya Şengalê dixwazin beşdarî bernameya hikûmeta Iraqê ya li ser Şengalê bibin û divê hikûmet vê tifaqa me esas bigire.”

Dema li Şengalê ev nîqaş birêvediçû, li paytexta Iraqê Bexdayê jî bi sernavê ‘’Xwerêveberî misogeriya pêkhateyên Iraqê ye’’ konferansek di asta Iraqê de berdewam dikir. Li gel Rêveberiya Xweser a Şengalê, hêz û aliyên siyasî û civakî yên Iraqî jî beşdarî vê konferansê bûn. Di konferansê de gelek mijarên girîng hatin nirxandin, lê peyama herî girîng a konferansê ew bû pêwîst e êdî xwseriya Şengalê ji aliye Iraqê ve were qebûlkirin ku ev li gor destûra Iraqê ye jî.

Rewşa Şengal, Mûsil û Bexdayê pêk ve girêdayî ne

Ev her 2 komxebat û konferans xeta Şengal-Mûsil-Bexdayê kire yek. Di nîqaşan de zelal bû ku pirsgirêkên Şengal, Mûsil û Bexdayê girêdayî hev in, her wiha çareseriya van pirsgirêkan jî pêk ve girêdayî ye. Şengal keleha Ezdatiyê, Mûsil deşta pêkvejiyana gelan, Bexda jî paytexta Iraqê ye. Ger ev her 3 bajar ji bo çareseriya pirsgirêkan bi hev re tevbigerin, wê Iraq karibe xwe ji alozî û tevliheviyan rizgar bike. Nîqaş û nirxandinên hatin kirin, vê heqîqetê destnîşan kirin.

Konferansa Hewlêrê, îsbata şikestina siyaseta PDK’ê bû

Di salvegera fermanê de, li sêgoşeya Şengal-Mûsil-Bexdayê rewş bi vî awayî bû. Lê PDK’ê ji beriya salvegera fermanê ve dest bi çepûrastkirina rastiya fermanê kiribû. PDK’ê îsal ji her salê zêdetir propagandaya xw ey ali ser Şengalê geş kir. Ji ber ku hem vegera gel a Şengalê hem jî tifaqa ku hate avakirin tirsa PDK’ê mezintir kir. Ji ber vê, di roja fermanê de li Hewlêrê konferanseke berfireh lidarxist. Hêzên navneteweyî jî beşdarî konferansê bûn, ji berk u pêşketinên li şengalê ne bi dilê wan bû jî. Ev konferans di rastiyê de îspata şikestina siyaseta PDK’ê û hêzên navneteweyî ya li şengalê bû. Ya balkêş, Bavê Şêx û Meclîsa Rûhanî jî li şûna ku li Şengalê bin û êşa civaka Êzidî parve bikin, beşdarî konferansa PDK’ê bûn û guh dan derewên mala Barzanî.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di konfernasê de peyamek dirêj xwend û got: ‘’Li herêma Şingalê rewşa Êzidiyan gelekî xerab e. Ji ber vê jî hinek malbatên ku vegeriyabûne Şingalê dîsa ji Şingalê derketin.” Herkes dizane ku ev agahî derew e, ji ber ku ruxmê hemû êrîşên li ser Şengalê û rêgiriyên PDK’ê bi hezaran malbat beriya salvegera fermanê vegeriyan Şengalê. Ger Nêçîrvan Barzanî karibe were Şengalê, wê bibine ku bi hezaren malen nû tê avakirin.

Hêzên navneteweyî piştgiriya Peymana 9’ê Cotmehê kirin

Her wiha Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert jî beşdara konferansê bû û digot: “Nabe karesatên ku hatine serê Êzidiyan careke din dubare bibin, lewma divê rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê were cîbicîkirin.” Yanî Plasschaert hê jî destê xwe ji Peymana 9’ê Cotmehê neşûştiye ku ev Peyman rê li ber fermanên nû vedike. Yek ji beşdarên konferansa li Hewlêrê, Konsula Giştî ya Brîtanya li Herêma Kurdistanê Rosy Cave bû. Weke tê zanîn beriya fermanê Brîtanyayê jî fermana li ser Êzidiyan weke jenosîd nas kir. Lê Rosy Cave di konferansê de bang kir ku Peymana 9’ê Cotmehê were pêkanîn. Axaftinên Plasschaert û Cave, siyaseta hêzên navneteweyî careke din danî holê ku derdê wan ê esasî ne hebûna civaka Êzidî ye lê berjewendiya wan a siyasî ye.

9’emîn salvegera fermanê, ji bo civaka Êzidî destpêka merheleyeke nû ya têkoşîna xweseriya Şengalê da destpêkirin. Ji bilî PDK û şîrikên wê, hemû civaka Êzidî û gelên Şengalê daxwaza xweseriya Şengalê dikin. Ger hikumeta Iraqê û saziyên dewletê destûra Iraqê esas bigirin û bi Şengalê re peymaneke nû çêbikin, wê sala 2023’yan bibe sala zelalkirina statuya Şengalê. 9’emîn salvegera fermanê vê hêz û îradeyê, nêrîna çareseriyê derxist holê û danî ber Bexdayê.

ÊZDÎN ŞENGALÎ- ROJNEWS

Show More
Back to top button