Sîwana Meclîsên Gundên Êzidiyan 4’ê Nîsanê pîroz kir

Sîwana Meclîsên Gundên Êzidiyan bi wesîleya 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyamek weşand û rojbûna Rêberê Gelên azadîxwaz Abdullah Ocalan pîroz kir

Di destpêka peyamê de hate gotin, “Rojbûna Rêber Apo li Rojhilata Navîn bi taybetî li civaka Êzidî û gelên Kurdistanê pîroz be.” Meclîsê diyar kir ku rojbûna Rêber Ocalan ziman, têgihiştin, heqîqet û serdema rastiyeke jibîrkirî ye û wiha dewam kir: “Ew kêlî ye ku hebûna li ber tinebûnê ji nû ve li hebûna xwe vegeriya. Çawa ku armancên komploya navneteweyî bi xeleka ji agir a li dora Ocalan hatin têkbirin, tecrîdkirin jî wê bi berxwedana bêhempa û bi derbên ku li hêzên tecrîdê ferz dikin tê xistin, wê tecrîdkirina Ocalan ji dawiya desthilatdariya AKP-MHP’ê bi xwe re binê û heqîqeta Rêberê Gelê Kurd mezin bike.”

Di berdewamiya peyamê de jî vana hate ser ziman: “4’ê Nîsanê weke rojeke ku azadiya gelan û mirovahiyê pêk hat, ji ber vê yekê tecrîdkirina mirovekî azad ku rojeva xwe ya bingehîn azadî ye, tecrîdkirina gelan û mirovahiyê ye. Em dibêjin 4’ê Nîsanê rojbûna Ocalan li gelan, li têkoşeran pîroz be û bang li alîgirên azadî, wekhevî û demokrasiyê dikin ku bibin dengê berxwedana wan a bi heybet.”

ÇAVKANÎ: ANF

Show More
Back to top button