‘Di binpêkirina maf û azadiya jinan de Îran yekeme’

Encûmena Qelemî Emerîka, di raporek de eşkere kir ku li ser asta cîhanê Îran di aliyê binpêkirina maf û azadiyên jinan de di rêza yekem de cih digre. Di raporê de hatiye gotin ku tenê di sala 2023’yan de 15 jinên nivîskar hatine girtin.

Encûmena Qelemî Emerîka di raporek xwe de cih da binpêkirinên rejîma Îranê ya li beramberî maf û azadiyên jinan.

Di raporê de hatiye diyarkirin ku li ser asta cîhanê Îran di aliyê binpêkirina maf û azadiyên jinan de di rêza yekem de cih digre. Hatiye gotin ku tenê di sala 2023’yan de 15 jinên nivîskar li Îranê hatine girtin.

Di beşek din a raporê de jî hatiye gotin ku li ser asta her du rêgezan, di aliyê binpêkirina mafên nivîskaran de Îran piştî Çînê di rêza duyem de cih digre.

Show More
Back to top button