Li Sîbaya Şengalê, Meclisa Gel hate avakirin

Piştî xelkê komalgeha Sîba Şêx Xidir vegeriyan ser warê xwe, êdî dest bi xwe rêvebirinêkirin û wek gava yekemîn jî Meclisa xwe avakirin.

Xelkê Şengalê bi vegera li ser warên xwe û xwe rêxistinkirinê li ser pergala Neteweya Demokratîk 9. salvegera fermana 3’ê Tebaxê pêşwazî dikin. Êzidiyên ku ev 9 salin dibin zilma PDK’ê dene û niha vegeriayne Şengalê rêveberiya xweser ji xwe re wek çareserî dibînin.

Di çarçoveya xwe rêvebirinê de li ser daxwaza xelkê komelgeha Meclisa Gel a Sîba Şêx Xidir hate vekirin. Duh xelkê Sîbayê li şaredariyê kombûn û yekemîn civîna xwe ya avakirina Meclisa Gel pêkanîn.  Di civînê de gelek kes ji Sîbayê tevî serokeşîr û malbatên şehîdan amadebûn. Her wiha di civînê de ji Rêveberiya Xweser a Şengalê jî Hevserokatiya Meclisa Xweser, Desteya Rêveber û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî amadebûn.

Civîn bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdan destpê kir û piştre Hevserokê Meclisa Xweser a Şengalê Nayîf Şemo li ser giringiya rêvebirina gel axivî.

‘Bi fikrê Rêber Apo emê rê li ber fermana bigirin’

Nayîf Şemo wiha got: “Niha gelê me vedigere ser warên xwe, ev bi xwe bersiveke herî mezine, lê tenê veger têrê nake. Ji ber ku planên li ser me wek civaka Êzidî berdewamin. Pêwîste em rêxistina xwe xurt bikin, meclisên xwe ava bikin û hêza xwe ya parastinê mezin bikin. Em wek civaka Êzidî êdî li ser axa xwe ne û tu kes nikare zilmê li me bike. Emê li ser sîstema Neteweya Demokratîk a Rêber Apo xwe rêxistin bikin û rê li ber fermanan bigirin.”

‘Dijmin nikare me tine bike’

Endama Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Ehram Îsmaîl jî destpêkê de avabûna Meclisa Sîbayê pîroz kir û wiha pê de çû: “Ev gavekî giringe ku xelkê me û bi taybetî jin kombûne ku dixwazin bi xwe meclisa xwe ava bikin. Di 9. salvegera fermanê de em dibînin xelkê me vegeriyane li ser warê xwe û xwe rêxistin dikin, ev bersiva fermanê ye. Em jî dibêjin dijmin nikariye me tine bike, em hebûn û va em dîsa niha li ser axa xwe ne.”

Her wiha Serokeşîrê Qîraniya yê Sîba Şêx Xidir, Xidir Hecî Mîrz jî di civînê de wiha axivî: “Ev meclis li ser daxwaza me wek xelkê Sîbayê hatiye avakirin, gelek giringe. Xelkê Sîbayê di destêka fermanê de li berxweda û çok ji dijmin re ne danî. Avakirina meclis û vegera me ya ser warên me, bi ked û xwîna şehîdaye, divê em vê ji bîr nekin. Em bang li gelê xwe dikin ku hemû vegerin ser warên xwe û rêxistina xwe xurt bikin.”

Piştî axaftinan, endamên meclisê hatin hilbijartin, Eto Xidir û Gulê Elî wek hevserok hatin destnîşankirin.

ŞENGAL-ROJNEWS

Show More
Back to top button