Rêveberiya Xweser a Şengalê pêşwaziya koçberên vedigerin dike

Kar û xebata Rêveberiya Xeweser a Şengalê ya ji bo pêşwazîkirina koçberan berdewame. Di vê çarçoveyê de li komelgeha Tilqeset bi tevlîbûna endamên saziyan û xelkê herêmê ji aliyê şaredariya gel ve, pêngavek paqijiyê hate despêkirin.

Vegera koçberên Êzidî yên di wargehên Başûrê Kurdistanê de, ji bo Şengalê bê navber dewam dike. Roj bi roj hejmara malbatên vedigerin zêde dibe, Rêveberiya Xweser a Şengalê bi hemû saziyên Şengalê ve pêşwazî li xelkê vedigere dike.

Yek ji cihên ku koçber berê xwe didinê komelgeha Tilqeseb a Şengalê ye. Di dema êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Şegnalê de, gelek mal ji vê komelgehê hatibûn xirab kirin. Herwiha ji ber ku ev nêzî 9 sal bûn, kes li komelgehê nebû, kolan jî qirêj bibûn.

Ji bo pêşwazîkirina koçberan şaredariya Şengalê a ser bi Rêveberiya Xweser pêngavek paqijiyê li Tilqeseb da despêkirin. Di pêngavê de Yekîtiya Ciwanên Êzidî, Meclisa Gel a Tilqeseb û xelkê herêmê jî amade bûn.

Di pêngavê de hemû kolan hatin paqijkirin û karê şaredariyê  ji bo pêşwazîkirina koçberdan wê dewam bike.

Hevserokê Melisa gel a Tilqeset Seydo Şengalî got; “Ev pêngava paqijiyê gelek giring bû, ji ber ku tu kesek li vî xelkî xwedî dernakeve û ji bo vegera liser malên wan bi gel re nabin alîkar. Ji bo em karibin xizmeta vî gelî bikin, şaredariyên me bê navber kar û xebatên xwe ên xizmeta gel dewam dikin. Em bang li gelê xwe jî dikin berê xwe bidin Şengalê û em bi hevre warê xwe paqij û ava bikin.”

Rêveberê Şaredariya Tilqeseb Şêx Hecî jî got; “Pêngavên wisa gelek başin, ji ber ku destek didin şaredariyê û em bi hevre karê paqijiya warê xwe dikin. Di dema pêşde wê pêngavên me li herêmên din jî ku gel nû vedigere dewam bike.”

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button