Jinên Ereb ên Şengalê banga bilindkirina tekoşîna ji bo azadiya Rêber Öcalan kirin

Li gundê Hesawîk a herêma xelkê Ereb a li Şengalê, ji aliyê Meclisa Jin a Herêma Ereb ve bi boneya 4'ê Nîsanê roja Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocaln, semînerek hate li darxistin û di semînerê de banga bilindkirina têkoşîna ji bo azadiya Rêber Öcalan nefret kirin.

Li Şengalê çalakiyên pîrozbahiya 4’ê Nîsanê roja Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çalakiyên cûda destpêkirine. Di vê çarçoveyê de li gundê Hesawîk a herêma xelkê Ereb a li Şengalê, bi boneya 4’ê Nîsanê ji aliyê Meclisa Jin a Herêma Ereb ve semînerek hate li darxistin.

Bi dehan jinên Ereb ên herêmê beşdarî semînerê bûn. Semînerê bi deqeyek rêzgirtin ji bo ruhê şehîdan destpê kir. Pişt re li ser naskirina fikir û ramanên Rêber Abdullah Ocalan di nava civaka Ereb de, her wiha giringiya esasgirtina fikrê Neteweya Demokratîk ji bo pêkvejiyana gelên li herêmê, ji aliyê Endama Meclîsa Jin a Herêma Ereb Zuheyer Ehmed ve axaftin hate kirin.

‘Rojbûna Serokatî rojbûna mirovahiyê ye’ 

Zuheyer da diyarkirin ku ew 4’ê Nîsanê weke rojbûna kesekî nagirin dest, belku di vê rojê de aştî, aramî û demokrasiya rasteqîn hate ser dinê û wiha dewam kir: “Di dema ku gelê me ji hev belav bibû de, me fikrê Rêbertî naskir û me karî bi hev re rêxistina xwe li ser vî fikrî çêbikin û li derdora hev kom bibin. Em rojbûna Serokatî weke rojbûna mirovahiyê digirin dest, ji ber ku bê cudahî ji bo tevahiya mirovahiyê têkoşîn dike.”

‘Herkes di ber azadiya Rêber Ocalan de berpirsyar e’

Di semînerê de bal hate kişandina li ser azadiya Rêber Ocalan û ev peyam hate dayîn: “Pêwîste her kes xwe di ber azadiya Rêbertî de berpirsiyar bibîne û em Rêberê xwe azad bikin.”

Di semînerê de jinan yek bi yek nêrînên xwe li ser rojbûna Rêber Öcalan anîn ser ziman û gotin ku jin ji bo azad bibe pêwîst e vî fikrî esas bigire û bang li hemû jinan hate kirin ku ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan têkoşînê bilind bikin.

Semîner bi dirûşmeyên ‘Bê serok jiyan nabe’ û ‘Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok’ bi dawî bû.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button