‘Yên ku Şengal parastin gerîla bûn’

Di dîroka 3.8.2014’an de li ser Şingalê fermaneke ku di dîrokê de ti carî nehatiye dîtin pêk hat. Hêzên ku li vir bûn xwedî li Şingalê derneketin û reviyan. Xelkê Êzîdî di destê çeteyên DAÎŞ’ê yê hov de hiştin. Bi hezaran êzîdî, jin, ciwan û zarok hatin qetilkirin û ji birça mirin. Bi taybetî dest avêtin jinên êzîdî û ew di bazaran de hatin firotin.

Lê li ser banga fermandariya HPG’ê bi 12 siwariyên gerîla bi hawara xelkê Şingalê ve hatin û ew ji qîrkirinê xilas kirin. Gelê êzîdî mil da milê gerîla û bi hev re parastina Şingalê kirin. Piştî gerîla erka xwe ya mirovî pêk anî bi awayek fermî di 1.4.2018’an de ji Şingalê vekişiya û berê xwe da çiyayên azad.

Bi vê boneyê şeniyên Şingalê di derbarê wê rojê de nêrînên xwe bi riya radyo me anîn ziman. Şêniyê bi navê Faruq Tilîzêr gerîlayên HPG û YJA-STAR’ê silav kirin da zanin ku gerîla bi hawara wan ve hatine, ew ji fermanê xilas kirine û got: “dema fermana 2014’an de insanên ku em parastin û bi hawara me ve hatin gerîla bûn. Berî Fermanê gelek hêz li Şingalê hebûn lê kesê parastina me nekir. Lê gerîlayên azadiyê bi hawara me ve hatin, xelkê Şingalê ji qîrkirinekê xilas kirin.”

‘Hêzên ku berî fermanê vir bûn ji Şingalê reviyan’

Faruq balkişand ser wan hêzên ku pişta xwe dan Şingalê û wiha berdewamî da gotinên xwe û got: “ew hêzên ku pişta xwe dan me îro dîsa dixwazin bikevin Şingalê û ji bo vê jî gelek hewldanan dike. Berî fermanê gelek hêz vir hebûn, lê di kêliya ferman rabû de me ti hêz li dora xwe nedît. Wan hêzan Şingal tenê hiştin û Şingal di nav destê DAÎŞ’ê de hiştin. Lê xelkê Şingalê îro bûye xwedî hêz û fikrekî. Li ser fikrê Rêber Apo xwe perwerde kirine. Ji vir şûn de jî wê li ser vî fikrî xwe bi rê ve bibe. Gerîlayên azadiyê Şingal parast û hişt ku careke din xelkê Şingalê vegere ser cih û warê xwe.”

‘Bi saya gerîla îro me hêza xwe avakiriye’

Faruq Tilizêr ji bo vekişîna gerîla jî da zanin ku ji bo ji nû ve avakirina Şingalê kedek mezin ya gerîla çêbû û got: “dema gerîla ji Şingalê vekişiyan em gelekî pê êşiyan. Di ber civaka me de gelek ked dan û bi saya wan îro me hêza xwe ya parastinê avakiriye. Heta ku em sax bin em ê li pey şopa gerîla bin. Ez berxwedaniya wan silav dikim û ger Şingal dîsa bikeve tengasiyê dixwazim dubare werin Şingalê. Me nedixwast gerîla ji Şingalê derkevin.”

‘Divê keda gerîla neyê jibîrkirin’

Faruq Tilizêr herî dawî da diyar kirin divê xwedî li keda gerîla derkevin û wiha got: “Hêviya me ew e ku hemû xelkê Şingalê xwedî li keda gerîla û berxwedaniya wan derkeve. Ev keda wan neyê jibîrkirin. Ez bang li hemû ciwanên êzîdî bi taybetî yên li qampan dikim ku werin beşdarî YBŞ bin û hêza xwe xurt bikin. îro xelkê Şingalê dikare xwe li ser vî fikrî bi rê ve bibe û hemû sazî û dezgehên xwe ava kirine.”

Her wisa di heman mijarê de jî dayê Nîsan nêrînên xwe bi riya radyo me parve kirin û da diyar kirin di rojek weke îro de gerîla ji Şingalê vekişiyan û got: ” Gerîla di rojek wek îro de ji Şingalê vekişiyan. dema gerîla ji vir derketin em gelek pê êşiyan. Ji ber ku wan em ji fermanekê xilas kirin. Heta dinyayê em ked û qenciya wan ji bîr nakin.

‘Gerîla bi awayek fermî ji Şingalê vekişiyan’

Dayê Nîsan li ser vekîşîna gerîla da zanin ku gerîla bi awayek fermî ji Şingalê vekîşiyan û got: “dewleta Îraqê jî baş dizane û her kes jî dizane ku gerîla bi awayek fermî ji Şingalê vekişiyan. Em weke dayîk jî dema gerîla çû em li gel wan çûn heya sînor. Em bi çûyîna wan gelek êşiyan. Gerîla ji Şingal vekişiya lê li pey xwe nirxek gelek mezin ji me re hişt. Wan em xilas kirin, zarokên me ji birça û tîna xilas kirin.”

Herî dawî jî dayê Nîsan berxwedaniya gerîla silav kir da zanin ku heta dawî em qenciya wan ji bîr nakin û got: ” Em weke dayîkên Şingalê silavên xwe ji wan re dişinin û heta dawî em ê li pêy şopa berxwedaniya wan bin.”

Navena Radyo Dengê Çira Şingalê

Show More
Back to top button