Endamên Asayîşa Êzîdxanê: PKK fikrek azad e, biçe kûderê wê derê azad dike 

Endamên Asayîşa Êzîdxanê ku 45 saliya PKK'ê pîroz kirin, bibîrxistin ku wan PKK di rojên reş ên fermanê de nas kirine û ji bo salvegera PKK'ê ev peyam dan: "PKK fikreke azad e, biçe kûderê wê derê azad dike. Fikrê PKK'ê ji hemû civakên bindest re ye. Em dinyayê jî bihejînin têrî pîrozkirina PKK'ê nake.''

Salvegera 45’emîn a damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK), li Şengalê jî bi çalakiyên cûda tê pêşwazîkirin û pîrozkirin. Civaka Êzidî rastiya PKK’ê, hedef û armancên wê di fermana 2014’an de ji nêz ve nas kirin û ev 8 sal in jî bi fikir û îradeya azad ku ji PKK’ê girtine jiyaneke nû ava dikin. Endamên Asayîşa Êzîdxanê jî hest û nêrînên xwe yên derbarê PKK’ê de anîn ser ziman û 45 saliya PKK’ê, li Rêber Abdullah Öcalan û gerîlayên PKK’ê pîroz kirin.

Endamê Asayîşa Êzîdxanê Ziyad Şengalî da zanîn ku wî PKK’ê di 2014’an de, di dema fermanê de nas kiriye û got: “Beriya fermanê me tenê navê PKK’ê dizanî, naskirina me nebû. Hedef û armancên wê me nezanî. Lê piştî 2014’an me hedef û armancên wê naskir, me fam kir ku PKK çima li dijî dewlet û desthilatdariyê li ber xwe dide.”

Ziyad Şengalî bibîrxist ku di fermana 2014’an de, dema tu kesî xwedî li civaka Êzidî derneket gerîlayên PKK’ê xwe ji çiyayên azad berdan Şengalê û encamên berxwedana gerîla wiha nirxand: “PKK’ê civaka Êzidî ne tenê ji fermanê xilas kir. Her wiha sazî û dezgehên wê avakirin, hêza parastinê çêkir. Fikir û felsefe da civakê û çû.”

‘PKK diçe kûderê wê derê azad dike’

Li ser nasnameya PKK’ê û wateya wê ya ji bo gelên bindest jî Ziyad Şengalî ev nixandin kir: “PKK fikreke azad e kûderê bê xwestin diçe, tu berjewendiyên wê nîne, ew e ku mileteke bindest rizgar bike. Tevgereke azadiyê ye, diçe kûderê wê derê azad dike. PKK’ê piştî 2014’an, civaka Êzidî azad kir. Civaka Êzidî li dinyayê belav bibû, PKK’ê civaka Êzidî komî serhev kir.”

Ziyad Şengalî bal kişand ser êrişên bi çekên kîmyawî yên li ser gerîlayên azadiyê û ji bo armancên van êrişan wiha axivî: “Sebep ew e ku naxwazin gelên bindest azad bibin, her bindest bimînin. Dewleta Tirk ji ber vê çekên kîmyawî bikartîne û dewletên cîhanê jî çav û guhê xwe digirin. Ji ber ku cihekî ku tevgera PKK’ê lê be, tu kes nikare civakê kole bike.”

‘Fikrê PKK’ê ji bo hemû gelên bindest e’

Ziyad Şengalî destnîşan kir ku ji ber fikrê PKK’ê ne fikrê dewlet û desthilatdariyê ye hemû gelên cîhanê dane pey vê fikre û wiha berdewam kir: “Fikrê PKK’ê ne ji kesekî re ye, ne tenê ji civakekê re ye. Ji hemû civakên bindest re ye. Em PKK’ê wisa nas dikin. Hemû dinya hedef û armancên şerê PKK’ê baş nas dike.”

Endamê Asayîşa Êzîdxanê Ziyad Şengalî herî dawî jî hest û hezkirina xwe ya PKK’ê anî ser ziman û bi van gotinan 45 saliya PKK’ê pîroz kir: ”Wê bibe 45 saliya PKK’ê, wekî Şengalê, wekî civaka Êzidî, wekî hêza parastinê; em piştevanê PKK’ê ne. Hemû dewlet bi kîmyayê jî werin, nikarin vê fikrê tune bikin. Êrişên li ser PKK’ê êrişên li ser civaka Êzidî ne. Ji bo 45 saliya PKK’ê, em dinyayê jî bihejînin têra pîrozkirina PKK’ê nake.”

PKK’ê fikir û hêz da civaka Êzidî’

Ûsiv Cirdo Ilyas, yek ji endamên Asayîşa Êzîdxanê jî bibîrxist ku civaka Êzidî PKK di rojên reş ên fermanê de nas kiriye û bi van gotinan salvegera PKK’ê pîroz kir: “Me ji 2014’an û pê ve rêxistina xwe ava kir, wekî Asayîşa Êzîdxanê. PKK’ê fikreke xurt da me, me hêzên xwe yên parastinê li ser wê fikre ava kirin. PKK’ê fikir da me, hêz da me, PKK gelen bindest azad dike, radike ser lingan. Em hêviya xwe ya serkeftinê ji PKK’ê re dişînin.”

ROJNEWS-ŞINGAL

Show More
Back to top button