Rastiya ku bi sala veşartî mabu-komkujiya PDK’ê li Zorava

Di sala 2014’an 3’ê meha 8 civaka Êzîdî ji aliyê çeteyên hov rastî qirkirinek mezin hat.

       Rastiya ku bi tirsê û bi pera hatiye veşartin

Di sala 2014’an 3’ê meha 8 civaka Êzîdî  ji aliyê çeteyên hov rastî qirkirinek mezin hat. Wekû tê zanîn civaka Êzîdî timî ji aliyê desthilatdar, nîjatperest û dewletên serdest ve rastî gelek jenosîd û fermanan hatiye. Fermana ku di 3’ê meha 8 2014’an li ser civaka Êzîdî pêkhat de, hêzên ku ew dem parastina Şingal dikirin xwedî li Şingal derneketin, herwiha çekên gelê Êzîdî komkirin û civaka Êzîdî dinav lepên qirkirinê de hiştin û bazdan.  Rûxmê ev êrîşên hov li ber çavê cîhanê pêkhat, lê şuna bi erka mirovahî rabin, berovajî rola ker, kor û lal lîstîn. Di vê fermanê de bi hezaran kes hatin kuştin, dîl ketin destê DAIŞ’ê, bi saxî şewîtandin, kal û pîrên hatin kuştin di gorên komî de hatin veşartin. Zarok bi temenê biçûk revandin û bi hişmendiya ya xwe ya hov perwerde kirin. Bi hezaran jin  di bazarên tucaran de xistin pîyasaya firotinê. Lê ya herî xirab û tiştê herî zêde gelê me yê Êzîdî birîndarkir, helwestên PDK’ê yê Xiyanetê bû. Ji ber nêzîkatiyên wan û kiryarên wan him nehiştin xelk bergiriya xwe bikin, him jî nehiştin ew civak xwe ji mirinê rizgar bikin. Ji ber ku beriya DAIŞ êrîş bike, silehên gel ji aliyê PDK’ê ve hate komkirin. Kiryarên PDK’ê yê xiyanetkar di dilê gelê me yê Êzîdî de birînên xedar vekir û ev yek bû sedema bi hezaran mirinên Êzîdî, kuştin, talan û revandinan.

Çîroka Zorava

Roja 3’ê meha 8 dema ku DAIŞ dikeve Girezêr û Sîbaşêxxidirê li wir şerek dijwar diqewime. Pêşmergeyên PDK’ê yê navenda Şingal bê ku parastina gelê Êzîdxan bikin, bazdidin û civaka Êzîdî dinav qirkirinê de têhlin. Lewma Nîştecîhên Zorava berê xwe didin seyteraya ZOrava ya li Mifriqa navbera riya Herdan û Guhbel. Dibînîn ku pêşmergeyên partî xiradên xwe kom dikin û amadekariya bazdanê dikin. Li ser vê xelk pirs dikin ma hûnê çi bikin? Hûnê bi kuve her in? Pêşmerge divêjin bixwîna şehîdan emê we biparêzin, heyanî fermanekî(talîamat) ji jor ji me re neyê em ji vir naçin. Di wan kêliyan de nîştecîhên ZOrava agahî digrin ku pêşmergeyên PDK’ê yên navenda Şingal revîyan e. Lewma di vê navberê de agahî tê ku hemû Pêşmergeyên li navenda Şingalê revîyan e. Komeke ji cemaata Zorava berê xwe dide seytera li ser riya Zorava û dibînîn kû qafla pêşmergan bi Hemirê xwe ve bi silehê xwe ve tên. Xelkê zorava diçin pêşîyê wan dibêjin ka silehê xwe bidin me heger hûn şer nekin. Ev yek dibe sedema aloziya navbera nîştecîhên ZOrava û pêşmergeyan de. Ji ber ku,  3 ciwanên bi navê Cemîl Reşo Îlyas Yusif, Yusif Xelef Îlyas Yusif  û ELî îlyas Yusif bi israr ji pêşmergeyên KDP’ ê çek dixwazin bi xedarî tên kuştin. Sedema kuştina wan ji ber ev her sê ciwan wek wan pêşmergeyan narevin û dixwazin xwedî li xwe û rûmeta xwe derkevin.  Li gor nîştecîhên ZOrava  behs dikin, du zarok jî ti tirimpêlê de ji aliyê PDK’ê ve tên qetilkirin.

DAIŞ kengî tê gundê ZOrava ?

Ev her sê ciwan roja 3’ê meha 8 danê sibehî seat navbera 9-10’an de bi li Mifriqê ZOrava ya rîya di navbera Guhbel û Hardan li gel seyteraya pêşmergeyan tên kuştin. Li gor vegotina xelkê Zorava ber bi êvarî ve jî seat 3-4 DAIŞ nû dikeve gûndê Zorava. Piştî ev her sê ciwan tên kuştin, li warê pîroz goristana Pîrê ewran li kêlaka hev tên veşartin.

Her sê ciwan kî bûn?

Her sê ciwan nîştecîhên gûndê Zorava bûn. Ji van her sê kesan Cemîl Reşo Îlyas Yusif 31 salîbû, ELî îlyas Yusif 35 salî bû û Xelef îlyas Yusif jî 24 salî bû.  Ev her sê ciwan ne dixwastin rûmeta xwe binpê bikin û têkevin destê çeteyên DAIŞ’ê lewma tişta yekemîn tê bîra wan xwe parastin û bergiriya xwe û civakê kirin bû.  Piştî hatin kuştin xelk ji tirsê kuştinê hemû belav bûn. Piştre pêşmerge çûn aliyê Kurdistanê. Malbatê wan li ZOrava ne. Yek ji wan ne li ZOrava ye. Lê malbatê wan piştî kuştina wan bi pera û bi tirsê tên bedeng kirin. Tevahî gûndê ZOrava divêjin ev her sê ciwan ji aliyê pêşmergeyan ve hatin kuştin  û gelek kes jî şahîdiya vê bûyerê kiriye. Lê gelek kes ji tirsa PDK’ê nedikarîn rastîyê li pêşberî qamerayan bipeyîvîn, ji ber ku gelek kiryarên ne diyar yê PDK’ê dizanin, xwe diparêzin.

  

Pêşmergeyên wê demê yê berpirsyar kî bûn?

Miqedim Îslam emîr foc bû( navê wî baş nayê zanîn lê erka wî miqedîm îslambû)  û meqera wî di navenda Şirta ya ZOrava de bû. Emer Koçer Emir sirî bû, Reyîd Enwer emir Sirî bû, Rayid Kemal berpirsê îstîxbaratî bû, Rayid Hecî jî emir Sirî bû. Ji van kesan  Miqedim Îslamê wê demê, Emer Koçer, Rayîd Enwer, Rayîd Kemal, hîna endamê PDK’ê ne. Lê Rayid Hecî jiyana xwe ji dest daye.

Her sê ciwan di bin berbirsiyara van fermandarên pêşmergeyan de tên qetilkirin.

Tekîldarî vê buyerê hevseroka Meclîsa ZOrava û welatîyekî Zorava ya bi navê Dilşad qala vê bûyera veşartî kirin û gotin bila malbat xwedî li xwîna zarokên xwe derkevin û li ser wan pera nexwin.

‘Ger malbata wan şaraza ba, heqê şehîdên xwe nedihiştin’

Hevseroka Meclîsa Zorava Zehrê Dexîl: ‘’Di dema Fermanê de me baz da,  dema ku me hin ne bazdayî êvarê cejnê ez çûm mala bavê xwe,  xelkê Qibletê ji me re agahî şand û gotin;  DAÎŞ bi ser me de girt, piştî vê jî min agahî dan yên me, min got DAÎŞ bi ser me de tê.  Wan jî got;  li vir pêşmergeyan sê ciwan ên ji Zorava  di seyarekê de kuştine. Min ji wan re got çawa kuştine;  wan jî got;  ciwanan ji pêşmergeyan gotine ka çekên me bidin me em ê xwe biparêzin, kesê çekên xwe nedan wan û piştî vê di navbera wan de pevçûn derdikeve û wan ciwanan dikujin.  Piştî ev hersê ciwan hatin kuştin mala wan bêdeng bûn.  Ger malbata wan şaraza ba, heqê şehîdên xwe nedihiştin.  Heta niha jî malbatan wan dibêjin Daîş ê kuştine, lê daîş ê ev ciwan nekuştine.  Hemû xelkê Zorava û Şengalê dizane ev hersê ciwan pêşmergeyan kuştine.  Yên ku ji destê DAÎŞ ê hatine kuştin em dizanin, lê yên li zorava yek jî ji destê DAÎŞ ê de nehatiye kuştin.  Bi destê Pêşmergeyan hatiye kuştin.

Em êdî nahêlin kesê em firotine were ser axa me. Yê ku me diparêze ew ê li ser axa me bîmîne. Divê xelkê me yên li kampan jî vê baş bizanin. Divê werin ser axa xwe û neyên listokên KDP ê.  3 meha 8 daîş nehatibû zorava.  Ji ber ku mala me heta wê demê jî di Zorava de bûn. Neketibû zorava daîş.  Wê demê malbata me li Zorava gotin em ê biçin miriyên xwe gor bikin. Seet nehê sibê bû. Heta seet deh jî mala me di zorava de bû. Piştî seet 3.4 nû daîş ket zorava.  Bes sibe daîş nehatibû û kes wê demê û wê seetê de ji aliyê daîş ê ve nehatibû kuştin. Ji ber ku daîş hîn nehatibû.

Lê malbatên wan xwe li wan nakin xwedî. Divê xwîna şehîdê xwe li holê nehêlin û pişta xwe nedinê. Cenazê van hersê ciwanan li ber Pîrê Ewra ye.  heta niha min nedîtiye ku di derheqê van ciwanan de ku ji aliyê Daîş ê ve hatine kuştin behs kiriye. Ji ber ev ciwan ji aliyê pêmergeyên KDP ê ve hatin kuştin. Ji ber ku van ciwanan çek xwestin ku xwe biparêzin pêşmergeyan çek nedan û ew kuştin.  Xelkê zorava vê bûyerê hemûyê dizane. Baş e çima malbata wan vê vedişêre. Divê rast bipeyîvin. Hina gelek xelkê me newêre bipeyîve, çima hûn newêrin bipeyîvin, ev ax xaka we ye.

‘Ez rica ji malbatên wan dikim ku rastiyê bipeyîvin û xwedî li şehîdên xwe derkevin’

Ez rica ji malbatên wan dikim ku rastiyê bipeyîvin û xwedî li şehîdên xwe derkevin. Ev ciwan ne ji destê daîş ji destê pêşmergeyan ve hatine kuştin. Rastî ev bila li ser vê rastiyê bipeyivin. Bila xwîna şehîdên xwe li erdê nehêlin rabin ser xwe. Em dest bidin hev û piştgiriya hev bikin li hemberî dijmînê xwe.

 

‘’Sê ciwanên me ji aliyê pêşmergeyên DAIŞ’ê ve sibehî seat 9-10’ê de hatin kuştin’’

Welatiyê  Zorava Dilşad: ‘’Di dema fermanê de ciwanên me yên Êzîdî  çûn pêşiya pêşmergeyan li mifriq ji wan re gotin ku çekên xwe bidin me ji bo em xwe biparêzin û em ê şerê DAÎŞ bikin. Pêşmergeyan jî gotin em nadin. Li wir pêşmergeyan şerê me kir.  Li wir sê ciwanên me ji aliyê pêşmergeyan ve hatin kuştin.  Seet 9.10 ê rojê bû.

‘Roja fermanê ber bi êvarî seat 3-4’an de DAIŞ ket Zorava’

Piştî vê jixwe nû danê evarê DAÎŞ hat ket Zorava.  Wê demê em jî neçar bûn em reviyan, çûn Başûrê Kurdistanê.  Wê demê ji derveyî hêza azadiyê ya Kurdistanê kes bi me ve nehat.  DAÎŞ danê evarê hat.  Bes sibê me zanî wê DAIŞ were ji ber wê jî em ciwanên  Zorava çûn pêşiyê û me got;  em dixwazin hûn çek bidin me ji bo em xwe ji çeteyan biparêzin.  Lê li wir sê ciwanên me ji aliyê PDK’ê ve hatin kuştin.

Malbatên wan  ji tirsa PDK ê li xwe mikûr nayên ku zarokên wan bi destê PDK’ê ve hatine qetilkirin’

Wê demê hêzek me nebû.  Piştî heval bi me re hatin em ji nav çeteyên DAÎŞ ê rizgar kirin.  jixwe heta niha jî malbatên wan jî ji tirsa PDK ê li xwe mikûr nayên ku ev ciwan ji aliyê aliyê pêşmergeyên PDK ê ve hatine kuştin. Ditirsin. Ji ber ku ji aliyê PDK ê ve pereyan digirin. Newêrin bêjin pêşmergeyan ew kuştine.

Show More
Back to top button