Cenazeyê Îbrahîm Derwêş hate oxiririn 

Cenazeyê çalakvanê siyasî Îbrahîm Derwêş Evdî yê ku di êrîşa dewleta Tirk a li ser Meclîsa Gel a Sinûnê de birîndar bibû û îro li nexweşxaneyê şehîd bû, ji aliyê hezaran kes ve hate veşartin.

Dewleta Tirk a dagirker di 15’ê Hezîranê de bi balafireke bê mirov a bi çek êrîşî avahiya Meclîsa Gel a navçeya Sinûnê ya Şengalê û dikanên derdorê kirîbû. Di encama êrîşê de zarokê bi navê Salih Naso şehîd bû û di nav de rojnamevanek bi giştî 7 kes birîndar bûn.

Ji birîndaran çalakvanê siyasî Îbrahîm Derwîş Evdê ku li nexweşxaneya bajarê Mûsilê dihat tedawîkirin, îro şehîd bû.

Cenazeyê Îbrahîm di saetên Şevê de gehişt mala wî ya li Geliyê Kersê. Cenaze ji Geliyê Kersê bi karwanakî wesayîtan ber bi Goristana ŞêblQasim a li Çiyayê Şengalê hate birêkirin. Cenaza ji aliyê hezaran xelkê herêmê ve hate veşartin.

Ji bo sersaxiyê jî kon li ber mala Şehîd hatiye vedan û wê sersaxî bên qebûlkirin.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button