Dayîkên Êzidî ji bo piştgiriya Asayîşa Êzidxanê zend û bendên xwe badane 

Dayîkên navçeya Sinonê ya Şengalê ji bo piştgirya zarokên xwe ango Asayîşa Êzidxanê bikin, ketine nav liv û tegerê. Dayîk dibêjin: “Asyîşa me, YBŞ û YJŞ zarokên me ne. Çi ji me bê xwestin emê bikin. Encaq zarokên me wê bikarin parastina me bikin.”

Ji bo piştgirya Asayîşa Êzidxanê dayîkên navçeya Sinonê zend û bendên xwe badane. Dayîk xwarina zarokên xwe amade dikin û ji bo Asayîşa Êzidxanê yên ku parastina wan dikin, dişinîn.

Dayîk Delal Revo ku yek ji wan daiykane yên ku xwarina zarokên xwe amade dikin, dibêje ku hemû êrîş bi armanca tunekirina Êzidyane û wiha got:“ Em pişta zarokên xwe ne. Asayişa me YBŞ’ê û YJŞ’ê hemû zarokên me ye. Îro jî em weke malbat û dayîkên Êzixdanê weke erkekî dibînin em xwerin ji bo wan amade dikin. Ev êrîşa ku li ser Asayîşa me li ser hemû Êzdiyan ne. Dixwazin me Êzidyan tune bikin. Lê em tu car tune nabin. Emê her li berxwebidin û tu car cihê xwe ji kesekî ra nahêlin.”

Dayîk Delal Revo di gotina xwe de diyar kir ku ev êrîş ne tenê bi destê Iraqê ye, bi destê dewleta Tirk û PDK’ê ye û wiha domand: “Ev êrîş ne tenê ji aliyê artêşa Iraqê ve ye. Ev êrîş ji aliyê dewleta Tirk û PDK’ê ve ye. Bi taybet PDK naxwaze ku asayîşa me hebe û parstina me bike. Dixwazin dubare derbasê Şengalê bibin. Lê belê em ne Êzidiyên berê ne. Em êdî serê xwe ji kesekî re natewînin.”

ROJNEWS-ŞINGAL

Show More
Back to top button