Asayîşa Êzîdxanê gel, gel jî asayîşê diparêze

Li Şengalê îro jî artêşa Iraqê hewl da xalên Asayîşa Êzîdxanê dorpêç bike û di encamê de dem dem pevçûn derketin. Gelê Şengalê jî li hemberî van êrîşan li navendên Asayîşa Êzîdxanê kom bû û xwedî li berxwedana zarokên xwe derket

Li Şengalê dorpêç û êrîşa artêşa Iraqê îro jî li seranserê Şengalê berdewam kir û li hin cihan dem dem pevçûn derketin. Îro liv û tevgera artêşa Iraqê herî zede li başûrê Çiyayê Şengalê çêbû, ji dane sibehê heya dane nîvro ji gundê Sikêniyê-Rezka-Heyalê heta Geliyê Şilo dem dem şer û pevçûn derket.

Car din li nahiya Tilezêr û komelgeha Girzerik artêşa Iraqê derdora hin noqteyên Asayîşa Êzîdxanê girtin û xwestin hêzên parastina civaka Êzidî ji van noqteyan derkevin. Li ser van ferzkirinan Asayîşa Êzîdxanê terka noqteyên xwe nekir û di encama êrîşên artêşê de car caran pevçûn derket. Di rewşa heyî de pevçûn sekiniye lê alozî berdewam dike.

Li gor agahiyên ji herêmê hatine girtin li herêma Medîban jî artêşê xwestiye bi ser hin noqteyan de bigire lê encamên wê nayê zanîn.

Welatiyên Şengalê li dora meclis û asayîşê kom bû

 

Li hemberî van hemû êrîşan welatiyên Şengalê jî îro li gelek gund, komelgeh û nahiyeyan ji bo piştgiriya berxwedana Asayîşa Êzîdxanê daket kolanan.

Li navenda Şengalê ku artêşa Iraqê rêyên sereke girtine, gel di saetên sibehê de li Meclîsa Gel a Şengalê kom bû û ji vir bere xwe da navenda Asayîşa Êzîdxanê. Di serî de dayikên Êzidî, Şengalî diyar kirin ku eger pêwîst be ewê jî ji bo parastina Şengalê çek rakin û tevlî zarokên xwe li ber xwe bidin.

Li komelgeha Xanesorê jî gel ji bo piştgşriya berxwedana Asayîşa Êzîdxanê li navenda asayîşê kom bû û pişt re li ber Meclîsa Gel a Xanesorê daxuyanî dan.

Şingal

Show More
Back to top button