Rêveberiya Herêma Kurdistanê çima vegera koçberên Êzidî û Iraqî asteng dike? 

Li Herêma Kurdistanê mijara koçberan û penaberan berevajiya welatên dine û ji bo armancên siyasî bikar tînin. Heta niha hejmarek zêde ya koçberên Şengal û Rojavayê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê mane û ji ber armancên siyasî ji bo vegera wan astengî tên çêkirin.

Di nava 8 salên borî de ji ber berdewambûna zêdebûna alozî, nearamî, şîdet û gefên cuda cuda, di encama şerê meshebî û terorî de û derketina DAIŞ’ê ya li Iraq û Sûriyeyê gelek kes koçber bûn.

Koçberbûna xelkê ya ji ber şer û aloziyan dikare demkurt û demkî be. Di dema koçberiyê de, erka hikûmet, Neteweyên Yekbûyî (NY) û rêxistinên mirovî ne hemû pêwîstiyên wan ên jiyanî pêşwazî bikin. Ji bo wan wargeh tên çêkirin û pêwîstiyên wan ên jiyanî tên pêşwazîkirin.

Lê li Iraq û Herêma Kurdistanê mijara koçberan bûye mijarek siyasî û ji bo bi destxistina destkeftiyek darayî bikar tînin. Rê nadin deriyên wargehan werin giritn û koçberên lê dijin vegerin li ser cih û warên xwe.

 Koçberên Iraqê

Di sala 2020’an de Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê, projeya vegera koçberan û girtina wargehan ragihand.  Li gorî planê hatî dayîn pêwîst bû heta destpêka sala 2021’an tevahiya koçberan vegerin li ser mal û warên xwe û wargehên li Herêma Kurdistanê bihatana girtin.

Di Çileya sala 2021’an de Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê ragihand ku mijara koçberan bi dawî bûye û ji derveyî wargehên dikevin Herêma Kurdistanê hemû wargeh hatine girtin,

Koçberên ji Herêma Kurdistanê û Iraqê

Berdevkê Komîsyona Bilind a Mafên Mirovan a Iraqê Elî Beyatî di daxuyaniyek xwe ya di roja 20’ê Çileya de diyar kir ku li Iraqê hîn milyonek û 198 hezar kes bi navê koçberiyê mane û ji sedê 32.8’ê wan li Silêmaniyê, Dihok û Hewlêrê ne.

Lê, li gorî daneyên salaneya Saziya Hevbeş a Hemahengiya Krîzê ya Wezareta Hundirin a Herêma Kurdistanê ya 2021’an, koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê 926 hezar û 18 kes in. Ji vane 664 hezar û 237 kes koçberên navxweyî ne û 241 hezar û 937 kes koçberên Sûrî ne û 8 hezar û 489 kes koçberên Tirkiyeyê ne. 10 hezar û 548 kes jî panaberên Îranî ne. 736 kes jî panaberên Filîstin û 81 kes jî Gurcistanê ne.

Ji sedê 30’ê koçberên li Herêma Kurdistanê li wargehan dijîn. 36 wargeh hene û ji sedê 70’î yê koçber û penaberan li derveyî wargehan dijîn.

Li gorî daneyan ji sedê 41 ê koçberan li Hewlêrê ne, ji sedê 40 li Dihokê û ji sedê 19 li Silêmaniyê ne.

Di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de koçber

Iraq, Herêma Kurdistanê  ji ber mijara siyasîkirina koçberan sûcdar dike. Wezîra Koç  û Koçberan a Iraqê Êvan Fayiq sala borî dema ku serdana wargeha li Erbetê kir, bi daxuyaniyekê bal kişande ser rewşa koçberan a li wargehan û vegera koçberan a ser warê wan.

Êvan Fayiq diyar kir ku rewşa ewlehiyê ya Şengalê gelek başe, lê malên hinekan xerab bûne, li gel hejmarek rêxistin ji bo ji nûve avakirina malên wan hewl didin.

Êvan Fayiq têkildarî siyasîkirina mijara koçberan jî got: “Koçber di rewşek xerab dene û divê danûstandinê mirovî li gel wan werin kirin. Em ê rê nedin berjewendiyan tevlî dosya koçberan bikin.”

Di nava çend rojên borî de, Berdevkê Komîsyona Bilind a Mafên Mirovan a Iraqê Elî Beyatî di daxuyaniyekê de got: “Babeta em ê dawî li mijara koçberan bînin, tenê dirûşme ye. Di dema avakirina hikûmetê û avakirina koalîsyonên siyasî de qal dikin.”Di heman demê de hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ji vê yekê sûcdar kir ku ji bo vegara koçberan a li ser cih û warên xwe astengiyan çêdike û rê nade wargehên koçberan were girtin.

Li gorî Bayetî, di dosya koçberan de hikûmeta Herêma Kurdistanê ji derveyî daxwaza hikûmeta federal tevger dike. Lewma qet bersiva girtina wargehên koçberan nade, ji derveyî vê alîkarîkirina rêxistinên navneteweyî ya ji bo van wargehan serdema hiştina wan koçberan a li wargehane.

Li ser mijarê Berpirsa Peywendiyên Tevgera Azadî ya Jinên Êzidî Suham Şengalî ji Rojnews’ê got: “Piştî fermana 2014’an sedan hezar Êzidî koçî wargehên Dihok, Zaxo û Şêxan bûn. Li wan herêman dehan wargeh hatine çêkirin û niha bi dehan hezar Êzidî li wan wargehan di rewşek zehmet de jiyan dikin. Ji aliyê desthilatdariya Başûrê Kurdistanê siyasetek qirêj li ser van koçberên Êzidî tê maşandin. Bi taybet ji aliyê PDK’ê ve. Êzidiyên koçber weke amûrekî siyasî bikar tînin. Ew alîkariya ji derve ji bo Êzidiyan tê şandin, PDK ji bo berjewendiyên xwe bikar tîne.”

Suham Şengalî wiha domand: “Niha Êzidî dikarin vegerin li ser warê xwe û ji nû ve jiyana xwe damezirînin. Baweriya Êzidiyan bi xwe heye ku jiyanek nû destpê bikin. Lê, PDK zextek zêde li Êzidiyên koçber dike, da ku venegerin li ser warê xwe. Yên dixwazin vegerin jî ji aliyê hêzên PDK’ê ve pêşiya wan tê girtin. Divê Êzidî rê nedin PDK wan weke amûr ji bo berjewendiyên xwe bikar bîne. Divê vegerin li ser xaka xwe û li dijî astengiya rawestin. Eger hezar salan jî li van wargehan bimînin, herî dawî her divê vegeirn Şengalê.”

ROJNEWS-NAVENDA NUÇEYAN

Show More
Back to top button