‘Efrînî dê bi berxwedana xwe bi ser kevin’

Bi mûnasebeta 3'yemîn salvegera êrîşa li hemberî Efrînê endamên Tevgera Azadiya Cinên Êzîdî (TAJÊ) gotin: "Li ber çavê cîhanê êrîş pêk hat lê her kes bêdeng ma. Ligel onu cureyên hovitiyê, welatiyên Efrînê li ber xwe dan û dê berxwedana xwe jî bidomînin"

Bi mûnasebeta 3’yemîn salvegera êrîşa li hemberî Efrînê jinên endamên Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) nêrînên xwe ji ajansa Cinnews re anîn ziman û gotin: “Li ber çavê cîhanêêênîş pêk hat lê maê bê. Ligel onu cureyên hovitiyê, welatiyên Efrînê li ber xwe dan û dê berxwedana xwe jî bidomînin.”

3 sal beriya niha dewleta Tirk a dagirker û komên girêdayî wê êrişê Efrînê kirîbûn. Li dijî êrişan welatiyên Efrînê 58 rojan li ber xwe dan. Di encama êrişan de bi sedan kes hatin qetilkirin, bi hezaran mirov ji neçariyê koçber bûn. Heta îro jî li Efrînê talankirin, kuştin, dizî, îşkence û revandin didome.

Bi vê mûnasebetê Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Xoxê Cindî diyar kir ku çawa li hemberî Şengalê fermanek hat pêkanîn li hemberî Efrînê jî heman tişt pêk hat û wiha pêde çu; “Ew kiryarên li dij mirovî li pêş çavê hemû cîhanê pêk hat û her kes jî bêdeng ma. Tenê gel dikarin li beramberî desthilatdaran rabin. Em her tim dibêjin bila dev ji me berdin em bi hêza gel dikarin azad bijîn. Lê desthilatdar ji bo gel negihêjin armancên xwe bi her şêweyê hovîti dikin û hevdû temaşe dikin. Lê ev li gel wan namîne wê gel bi ser keve. Gelê Efrînê ev sê sal in ji bo bigihêjin Efrîna xwe di şert û mercên herî zor de dijîn. Em berxwedana wan silav dikin û serkeftinê ji wan re dixwazin.”

Şemê Remo jî wiha qala hestên xwe parvekiriye; “Kîjan mirovê bêje em xwedî vijdanin ji xwe nedikaribû wê demê li malên xwe rihet rûnê. Ji ber ku li wir şerekê derveyî ehlaqî dihat meşandin. Li tu deverê dinyayê tiştek wisa tunebû. Hêzeke NATO yê bi tevahiya çekên xwe êrişê bajarekê biçûk kir. Dewleta tirk dewletek wisa ye ku ji dûrê ehleqe, êrişê jin û zarokan kir. Onun wiha êrişê hemû zindiyan kir. Darên zeytûna şewitandin, dizîn, dest danîn ser genimên gel. Gelo mirov dikare çi bêje li hemberî wan hovitiyan. Ez hêvî dikim ku welatiyên Efrînê dê vegerin ser axa xwe.”

Show More
Back to top button