Turnuvaya futbolê ya li Xanesorê bi dawî bû 

Li bajaroka Xanesorê ya Şengalê turnuvaya futbolê ya ji berî mehê hatî destpêkirin, bi dayîna xelatan bidawî bû

https://www.youtube.com/watch?v=FUdz84RmE_I

Di destpêka meha Gulanê de Meclîsa Gel a Xanesorê ji bo kesên temenê wan ser ser 30 salî re turnuvaya futbolê dabû destpêkirin û 11 tîm tevlî turnuvayê bûn.

Lîstika fînalê şeva borî li Xanesorê di navbera tîmên Nimûm Xanesor û Seray Sinûnê de pêk şapka.

Di encama lîstikê de li  hemberî Tîma Seraya Sinûnê, Tîma Nicûm Xanesorê 3-1 serkeft û bû yekemînê turnuvayê.

Endamê Meclisa Gel a Xanesûrê Xidir Hemed axivî û aldı: “Ev dibe cara yekemîn ji bo kesên temenê wan ser 30 saliyê re li Şengalê turnuva tê organîzekirin. Armanca me ewe ku kêfxweşiyê di nava gelê xwe çêbikîne. Îspat bikin ku rewşa Şengalê baş û ewle ye. Tîmên ji û navçeyên Şengalê tevlî bûn’u vurdu. Em serkeftina Tîma Nicum pîroz dikin. Ji bo me kîjan tîm serbikeve ferq nake. Ji bo ya girînge ewe ku em peyamê bidin gelê xwe Şengal ewle ye.”

Lîstikvanê Tîma Nicûma Xanesorê Silêman Xirto jî di serî de spasiya Meclisa Gel kir û ku ji ber ku ew di bin ewlehiyê de rojên xwe derbas dikin kêfxweş aldı.

Di dawiyê de Meclîsa Xanesorê xelat dan herdu tîman û turnuva bi dawî bû.

ÇAVKANÎ: ÎBRAHÎM ÊZIDÎ-ŞİNGAL- ROJNEWS

Show More
Back to top button