Rêveberên Saziyên Şengalê: Her dengek we dê dijmineke Êzidiyan bikûje!

Rêveberên Saziyên Şengalê yên Desteya Eşayîrî, Meclîsa Gel û Malbatên Şehîdan banga tevlîbûna hilbijartinê û dengdayîna namzetên rêveberiya Xweser piştgiriya wan dikin kirin û gotin: "Divê kes li malê de nemîne. Ji bo avadankirin û diyarkirina çarenûsa xwe biçin ser sindoqê. Her dengek wê dijminek Êzidiyan bikûje."

Ji bo hilbijartina nûnerên xwe îro hemû saziyên Şengalê seferberbûne û ji serê sibehê ve diherikin ser sindoqan. Li Şengalê coşeke mezin a hilbijartinê heye, ji kesên bi temen heya yên ciwan diçin ser sindoqan. Li hinek deveran pirsgirêkên teknîkî derdikevin û li hinek cihan jî polîsên federal (Şirte) ji hilbijêrên ser bi Rêveberiya Xweser re dibêjin, neçin ser sindoqan, ti kesek xizmeta we bike nîne. Lê gel tevî van bangeşeyan û hewldanên sextekarî û kirîna dengan jî diçin ser sindoqan û dixwazin nûnerên xwe hilbijêrin.

Endamê Desteya Eşayîrî ya Şengalê Dexîl Xwedêda yê sibehê dengê xwe da banga girseyî çûyîna ser sindoqan li gel kir û got: “Em dengê xwe digihînin xelk, bi taybet hemû xelkê me yê Êzidî rabin ser xwe û dengê xwe bikarbînin. Ji ber em îro, çarenûsa xwe diyar dikin. Ji bo avadankirina Şengalê divê rabin ser xwe û biçin dengê xwe bikarbînin. Her mirovek rabe ser xwe û dengê xwe bikarbîne, dê dijmin bişkîne. Her kesek deng bide tifaqa me divê bizane ew dijminek û DAIŞ’ek dikûje. Ji bo em êdî jêr destê dijmin derkevin, divê hemû xelkê Şengalê dengê xwe bikarbîne. Yê dikare deng bide, divê di malê de nemîne û biçin ser sindoqan.”

‘Vî karî ji dijmin re nehêlin’

Hevserokê Meclisa gel a şengalê şêx mûrad: “Pêwîste gelê me xwedî li dengê xwe derkeve. Em hêvî dikin, gelê me dengê xwe bidin tifaqa 134 û hejmara 34 ya Qasim Keşko. Pêwîste em weke carên din nekin û vî karî ji dijmin re nehêlin.”

‘Dengê xwe bidin yê 9 sale ji Şengalê re kar dike’

Ehmed Bişar Endamê Saziya Malbatên Şehîdan ku çû dengê xwe bikaranî,  ji xelkê Şengalê xwest mafê xwe yê dengdanê bikarbînin û got: “Mafê me yê dengdanê heye. Me dengê xwe da kesek kêrî miiletê me were. Bangawaziya me ji hemû xelkê Şengalê re heye, kes xwe ji hilbijartinê bêpar neke û dengê xwe bide yê 9 sale ji Şengalê re dixebite.”

ŞENGAL-ROJNEWS

18/12/2023

Show More
Back to top button