Ciwanên me li Xanesorê dijî komploya 15’ê Sibatê meşiyan

Meşa ciwanan li ber avahiya çand û hûnera Şengalê destpêkir û heya rêya sereke ya Xanesorê dewam kir. Bi dehan ciwan û xelkên me tevlî meşe bûn. Di meşê de bê navber dirûşmeyên, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Serok jiyan nabe’ hatin berz kirin. Her wiha di meşê de alên YCÊ û wêneyên Rêber Ocalan hatin hildan

https://www.youtube.com/watch?v=Kxjq_EU2uks&feature=emb_logo

 

Dûh jî di sietên êvarê de li Xanesorê ciwanên me bi meşek meşaleyî komploya navnetewî ya dijî Rêberê Gelên Bindest abdullah Ocalan, şermezar kir. Ciwanan bang li her kesê kirin da ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêzdar ocalan têkoşînê xurt bikin.

Meş ji aliyê Yekîtiya Ciwanên Êzidî û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî ve pêkhat.

Piştî meş gihişt ser rêya sereke, li ser navê YCÊ û YJCÊ daxuyaniyek hate xwendin.

Di daxuyaniya ciwanan ev tişt hatin gotin: “Em wek ciwanên Êzidî 22’emîn salvegera komploya navneteweyî ya li ser Rêber Apo şermezar dikin. Ev komploya li ser Rêberê gelan Rêber Apo hatî kirin, ji bo bê îradekirina gelên bindest bû. Her kesek ku li dijî zilm û zordariyê derketibe bi komployên qirêj têne tinekirin. Bi têkoşîna Rêber Apo ev xwesteka komplogeran a tûnekirina tekoşîna gelên bindest vala derket. Wan xwestin me belav û tine bikin, lê ew bi xwe tinebûn. Bi serhildan û têkoşîna gel, bi sedan keç û xort bûn xelekek ji agir û gotin hun nikarin roja me tarî bikin.”

Di dawiya daxuyaniyê de jî wiha hate gotin : “Em jî wek Yekitiya Ciwanên Êzidî û Jinên Ciwan ên Êzidî, bang li tevahiya ciwanan dikin li dijî tecrîda li ser Rêber Apo têkoşîna xwe xûrtir bikin.”

Jina cîwan ya bi navê Suad Silêman nêrîna xwe ji jinnews re wiha anî ziman:” Meşa me li dijî komploya 15’ê Sibate ye. Ji bo me roja 15’ê Sibate rojeke reş e. Em bi fikir û ramanên Rêber Apo hatin van rojan. Êdî komplo dikeve sala xwe ya 23’yemîn. Her diçe tecrîda li ser Rêber giran dibe. Weke ciwanên Şengalê çi ji me bê xwestin û ji destên me bê em ê ji bo Rêbere xwe bikin.”

Ciwana bi navê Nesrîn Xedir  jî wiha axiviye:”Ev dibe 23 sal ku Rêbertî di zindanê de ye. Ev 23 sal in Rêbertî li berxwe dide. Em jî weke ciwanên Êzidî heta dawî li berxwe bidin. Ev meşa me ji bo şermezarkirina tecrîd û komploya li ser Rêbertî ye. Ji bo Rêbertî û azadiya Rêbertî çi ji me bê xwestin em ê bikin. Bangewaziya min ji bo gel û ciwanê Êzidî ew e ku rabin ser piyan û tecrîda li ser Rêbertî qebûl nekin.”

Show More
Back to top button